Ji Wanê daxwaza bidawîkirina tecrîdê

  • 09:03 27 Tebax 2025
  • Rojane
 
Neslîhan Kardaş 
 
WAN - Jinên ku di 23'yê Tebaxê de li Wanê beşdarî mîtînga bi dirûşma "Azadî dê bi ser bikeve, ne tecrîd" bûn, derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gotin: "Heta ku tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan neyê rakirin û girtiyên siyasî neyên berdan aştî çênabe."
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo "Aştî û Civakeke Demokratîk" bangek kir. Ev bang di nav raya giştî de cih git û deng da. Piştî bangê PKK'ê biryara çek danînê girt û komek çekên xwe li ber çavê cîhanê şewitand û pêvajoyek nû dan destpêkirin. Niha jî di meclîsê de komîsyonek hat avakirin û lê ji bilî vê tu gav ji hêla rayedarên dewletê ve nehatiye avêtin. 
 
Derbarê pêvajoyê de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî, meş, civîn û mîtîng tên lidarxistin. Li Wanê jî di heman çarçoveyê de mîtîngek hat lidarxistin û jinên ku tevlî mîtîngê bûn nêrînên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re parvekirin. 
 
'Ji bo aştî pêk bê divê tecrîd rabe'
 
Amîne Demîr, di 23'yê Tebaxê de tevlî mîtîngê bû û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Divê girtiyên siyasî yên di girtîgehan de bên berdan. Çavên hemû dayikan li ser rê ne. Bila êdî îşkence nebe û bila kes di vê rêyê de nemire. Em naxwazin kes bimire. Divê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî çareseriyek peyda bike. Heta ku tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan neyê rakirin û girtiyên siyasî neyên berdan, aştî çênabe. Ji ber ku ev gav nehatine avêtin, em nikarin baweriya xwe bi pêvajoyê bînin. Hêj pêşketinek berbiçav tune ye, ji ber vê yekê em nikarin baweriya xwe pê bînin. Çawa ku gerîlayan fedakarî kirin û çekên xwe danîn, divê dewlet jî heman fedakariyê bike da ku em baweriya xwe bi pêvajoyê bînin. Ger tecrîd were rakirin, aştî dikare pêk were.
 
'Divê Birêz Ocalan azad bibe'
 
Gulistan Kapalak jî bal kişand ser daxwaza aştiyê û got, "Bila aştî pêk were û bila dilê tu dayikan careke din neêşe. Êdî bes e.Van mirovan bedelên giran dane û gelek êş kişandine. Bila niha aştî pêk were. Em aştiyê dixwazin, lê hîn jî baweriya me bi pêvajoyê tune. Bila tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe û bila azad bibe. Bila niha azadî hebe û bila rêberê me serbest were berdan. Em ji bilî aştiyê tiştekî din naxwazin."
 
'Ji bo aştiyê bibin yek'
 
Zubeyde Işik jî tevlî mîtîngê bû û hest û ramanên xwe wiha anî ziman: "di dawiyê de axivî û got, "Divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe. Divê aştî were avakirin; êdî bes e. Divê ne Tirk û ne jî Kurd êdî zarokên xwe winda bikin. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Em hemû xwişk û bira ne. Werin em ji bo aştiyê bibin yek û bigihîjin armanca xwe."