
Hejmara meha Îlonê ya Newaya Jin derket
- 09:39 1 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara meha Îlonê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Aştiya jinan parastina jiyana azad e" hate weşandin. Di rojnameyê de rola pêşengiyê ya jinan a li pêvajoya avakirina civaka demokratîk, rêxistiniya komun a avakirina civaka demokratîk û rê û rêbazên parastina jiyana wekhev û azad hate nirxandin.
Hejmara meha Îlonê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Aştiya jinan parastina jiyana azad e" hate weşandin. Di vê hejmarê de astengiyên li ser rêya aştiyê û rê û rêbazên jiholêrakirina van astengiyan hate vegotin. Rojnameyê ragihand ku yek ji gavên herî girîng ên avakirina şert û mercên aştiyê guhertina şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê ye û di vê çarçoveyê de bi rengekî berfireh cih da mijara ‘mafê hêviyê’.
Di vê hejmarê de işaret bi nakokiya navbera rola pêşeng a jinê ya di avakirina civaka demokratîk û zêdebûna hejmara kuştina jinan hate nirxandin. Her wiha karên Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li Meclîsê hatin vegotin. Her wiha di avakirina civaka demokratîk de rêxistiniya komun û rêbazên parastina jiyana azad û wekhev di rûpelên rojnameyê de cih girtin.
Çîgdem Dogû, Halîde Turkoglû, Newroz Ûysal Aslan û Şervîn Nûdem bi nivîsên xwe tevkarî li hejmara meha Îlonê ya rojnameyê kirin. Guler Yildiz rojeva ekolojiyê, Hêvî Koçero û Necîbe Qeredaxî piştevaniya bi jinên Efgan nirxandin.
Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû çalakiya danîna çekan a gerîla ku 11’ê Tîrmeha 2025’an pêk hat, karên Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li Meclîsê ava bû û wateya aştiyê ya bi perspektîfa civaka demokratîk bi bûyerên rojane nirxand.
Çîgdem Dogû işaret bi girîngiya çalakiya 11’ê Tîrmehê ya di stratejiya dema nû ya Tevgera Azadiyê de kir û diyar kir ku ev gav ne tenê sembolîk e, di heman demê de peymaneke gelê Kurd de ku nîşan dide; wê têkoşîna xwe ji niha û pê ve li ser bingeha siyaseta demokratîk, hiqûq û xweparastinê bimeşîne.
Çîgdem Dogû destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe û bi ser bikeve, divê di heman demê de gavên hevdemî bêne avêtin û ragihand ku ev nêzîkatî pîvana bingehîn a rêya ber bi aştiyê ve ye.
Halîde Turkoglû diyar kir ku aştî ne tenê di navbera aliyên şer de, her wiha divê bi hemû beşên civakê re bê avakirin û bi van gotinan işaret bi rola jinan a di vê pêvajoyê de kir: “Di nava van beşên civakê de ya sereke jin e. Aştiya bi jinan re aştiya bi civakê re ye. Aştiya bi jinan re pêşîgirtina li tundiya li jinan û komkujiyan e.” Halîde Turkoglû kuştina jinan nirxand ku dema dawî zêde bûye, işaret bi girîngiya rêxistiniya jinan a li her qadê kir û destnîşan kir ku divê li hemberî tundiya mêr-dewletê jin xweparastina xwe biafirînin û ev yek ji bo têkoşîna jiyana wekhev û azadiyê gelekî girîng e.
Şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê weke astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê tê dîtin. Di vê çarçoveyê de Newroz Ûysal Aslan bi sernavê ‘Mafê Hêviyê: Li dijî tecrîdê azadiya kolektîf’ gotarek nivîsî û şert û mercên tecrîdê yên ku Rêber Apo li nav tê ragirtin û mafê hêviyê yê bicih nayê anîn nirxand. Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku divê mijar ne tenê ji aliyê hiqûqî ve bê nirxandin, bicihanîna mafê hêviyê bi qanûnan re ji bo avakirina civaka demokratîk mijareke lezgîn e.
Ji nivîskarên rojnameyê Haskar Kirmizigul di nivîsa xwe ya vê mehê de di avakirina civaka demokratîk de mijara komunê nirxand. Haskar Kirmizigul weke hêmana damezrîner a rêxistiniya komunê işaret bi rola jinê kir û got, “Ji bo me çavkaniya herî mezin e ku Rêber Apo di mijara dewlet-komunê de jin weke hêmana esasî ya damezrîner nîşan da. Li hemberî civakîbûna ku bi dizîna nirxên li dora jinê ava bû ji hev hate belavkirin, jiyan û civakîbûn tenê li dora jinê jinûve dikare bê avakirin û civak ji vê re qanih bûye. Ev yek bedenbûyîn, komunbûyîna civakî ye.”
Berfîn Guneş di nivîsa xwe de Banga Aştî û Civaka Demokratîk û pêvajoya nîqaşê ya nû ya Tevgear Jinên Kurd nirxand. Berfîn Guneş têkildarî vê pêvajoya guherînê got, “Tevgera Jinên Kurd ji lêpirsîna bermahiyên patriyarkal, meylên hişk û bandora pozîtîvîzmê xwe nade alî; timî pratîkeke veguherîna cewherî pêk tîne. Ev helwesta xwerexnekirinê dînamîka bingehîn a pêşketina teorîk û pratîkî ya tevgerê ye. Banga Aştî û Civaka Demokratîk ev pêvajoya nîqaşê ya berfireh derbasî asteke nû kiriye. Ev bang ji pêşniyareke siyasî wêdetir nuqteyeke şikestinê ya epîstemolojîk e.”
Di rûpela forûmê ya hejmara vê mehê ya rojnameyê de perspektîfa dîrokî ya Rêber Apo ya bi sernavê "Di hebûna Kurdan û pirsgirêka wan de dawiya serdemekê, destpêka serdemeke nû" hate weşandin. Di vê nivîsê de li ser serdemên dîrokî û şêweyên fikrî tespîtên balkêş hatin kirin.
Di rûpela ekolojiyê ya rojnameyê de Guler Yildiz ragihand ku komîsyona bi gotina ‘pêvajoya aştiya bi rûmet’ ava bû ji şewatên daristanan heta bi qanûna madenê, ji karkerên zarok ên li atolyeyên tekstîlê heta bi hilweşîna ekolojîk a li cografya Kurdan bi ezmûneke giran a demokrasiyê re rû bi rû ye û got, “Aştiyeke ku xwezayê, gel ji nedîtî ve bê wê mayinde nebe.”
Li Efganistanê piştî ku Talîban ji aliyê DYE’yê ve li ser desthilatdariyê hate bicihkirin çar sal derbas bûn. Hêvî Koçero rewşa jinên Efgan raxist pêş çavan û diyar kir ku jinên bindest ên li cîhanê divê li eniyeke hevpar li hev kom bibin û xwe bi rêxistin bikin.
Şervîn Nûdem bûyerên dawî yên li Sûriye û Rojava ji aliyê stratejîk û polîtîk ve nirxand û ragihand ku di dema pêş de ji bo gelên herêmê wê bûyerên girîng biqewimin.
Têkildarî hesabên hikumeta AKP’ê yên li ser herêmê û helwesta Rêveberiya Xweser a leşkerî û siyasî analîz pêşkêş kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 11’ê Tebaxê de ragihand ku Fermandar Nûreddîn Sofî şehîd bû, ku di sala 1990’î de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û di sala 2013’yan de pêşengî ji Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re kir. Hevalên jin ên ku li bi Nûreddîn Sofî re têkoşiyan, qala wî kirin.