Li Amedê meşa 1’ê Îlonê

  • 18:31 1 Îlon 2025
  • Rojane
 
AMED – Li Amed bi beşdariya partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û bi sedan welatiyan, di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de meşek tê lidarxistin.
 
Li Amed meşek girseyî ji bo pîrozkirina 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê tê lidarxistin. Meş, ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve tê organîzekirin, li navçeya Rezanê dest pê dike û ber bi navçeya Yenîşehîrê ve berdewam dike.
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) Tulay Hatimoğulları, rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi sedan welatî beşdarî meşê bûn.
 
Hûrgilî dê werin...