
Ji bo şîna Fatma Kaya serdana girseyî
- 14:17 3 Îlon 2025
- Rojane
WAN- Ji bo endama YJA Starê Fatma Kaya ya ku HPG'ê ragihand ku di sala 2018'an de koça dawî kiriye, li gundê Yekmale yê navçeya Ebexê ya Wanê şîn hat danîn.
Sersaxî ji bo sê gerîlayên ku di sala 2018'an de li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan, berdewam dikin. Ji bo endama YJA Starê Fatma Kaya ya ku HPG'ê ragihand ku di sala 2018'an de koça dawî kiriye, li gundê Yekmale yê navçeya Ebexê ya Wanê şîn hat danîn.
Di roja sêyemîn de, nûnerên rêxistinên parêzgeha Wanê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêxistinên navçeyên Ebex, Bêgirî û Erdîş, Parlamenterê DEM Partiyê ya Wanê Zulkuf Uçar, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û hevşaredarên navçeyê, rêveberên Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Kesên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER), Dayikên Aştiyê û hejmareke mezin ji welatiyan serdana navendê kirin.
Piştî mewlûdê ya ji bo bîranîna Fatma Kaya, merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Hevseroka MEBYA-DER'ê Hanim Kaya di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew ê li ser rêya kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane têkoşîna xwe bidomînin. Piştre Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gonul Uzunay axivî û diyar kir ku kesên têkoşer nirxên mezin afirandine û têkoşîn di ronahiya van nirxan de mezin bûye û wan aniye roja îro. Gonul Uzunay bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û diyar kir ku divê her kes berpirsiyariyên xwe bicîh bîne da ku pêvajo bi ser bikeve. Di dawiyê de, birayê mezin ê Fatma Kaya, Ronî Nasir Kaya, li ser navê malbatê axivî û diyar kir ku Jîndar şehîdê sêyemîn ê malbatê ye û destnîşan kir ku têkoşîna bi rûmet a ku xwişk û birayên wî yên şehîd dane, ji bo malbat û gelê Kurd bûye çavkaniya serbilindiyê.
Merasîma bîranînê û mewlûd piştî xwarina hat dayin bi dawî bûn.