
Ji Cenevreyê bang kirin: Şertê pêşîn ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e
- 20:07 3 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevre yê Swîsreyê hatiye destpêkirin di hefteya 241’an de berdewam dike.
Nobeta ku ji 25’ê Çileya 2021’an vir ve her Çarşemê li Qada Nationsê tê lidarxistin, tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di heman demê de êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê tîne rojevê.
Nobeta vê hefteyê di salvegera şehadeta Têkoşîn Amed (Zelal Kartal), Gulnaz Ege (Nûran Er), Welat Amed (Azad Başal) û Delîl (Vedat Yilmaz) de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
‘Ji bo aştiyê gavek şênber nehatiye avêtin’
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Osman Tekîn daxuyaniya heftane da û banga 27’ê Sibatê ya "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha anî ziman: “Ji wê demê heta niha dewleta Tirk ji bilî gotinan, gavek jî ji bo aştiyê neavêtiye. Berevajî vê, tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo berdewam dike, êrîşên dagirkerî û êrîşên yên li ser Kurdistanê zêde bûne.”
Osman Tekîn anî ziman ku tecrîda giran a li Îmraliyê, hiqûqa navneteweyî û rêzgezên mafên mirovan binpê dike û bang li saziyên wekî Konseya Ewropayê, CPT û NY’ê kir û wiha domand: “Saziyên navneteweyî, bi bêdengiya xwe bûne hevkarê tecrîdê. Ger ew bi rastî alîgirên mafên mirovan û aştiyê ne, divê dawî li vê bêdengiyê bînin û erkên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi cîh bînin. Gelê Kurd xwedî tecrûbeya ku hem aştiyê û hem jî şer pêşwazî bike. Gelê me li dora paradîgmaya Rêber Apo bi awayekî rêxistinkirî ji aştiyê re amade ye. Ev gel wê berxwedana li dijî êrîşên dagirkerî û tinekirinê bidomîne.”
Divê statuya Rojava bê nasîn
Osman Tekîn bal kişand ser êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê ên di mehên dawî de li Rojava zêde bûne û anî ziman ku ev êrîş ne tenê li dijî gelê Kurd e, di heman demê de li dijî îradeya jiyana azad a hemû gelên Rojhilata Navîn e û got: “Bi êrîşên li ser Rojava re hewl didin pergala demokratîk a rizgariya jinan têk bibin. Bêdengiya hêzên navneteweyî nayê qebûlkirin. Divê statuya Rojava were naskirin û rêz li îradeya demokratîk a gel were girtin.”
Şertê pêşîn ê aştiyê: Azadiya Abdullah Ocalane
Osman Tekin axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şertê pêşîn ê aştiyê misogerkirina şert û mercên xebata azad a Rêber Apo, naskirina statuya Rojava û demildest rawestandina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê ye. Gelê Kurd amade ye ku ji bo aştî, azadî û berxwedanê bedel bidin.”
Piştî daxuyaniyê, çalakiya nobetê heta saet 17:00’ê êvarê berdewam kir.