
'Hêzên Ewlekariya Hundir-Jin ewlehiya civakî pêk tînin'
- 14:15 25 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundir-Jin a 4’an pîroz kir û pesnê berxwedan û têkoşîna endamên wan a di pêşxistina ewlehiya civakî de da.
Konfransa Hêzên Ewlekariya Hundir-Jin a 4’an îro di saetên sibê de li Salona Serdem a li bajarê Hesekê dest pê kir. Konfrans bi beşdarbûna 600 delege û endamên Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rê ve diçe.
Di konfransê de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û çend kesên din axivîn. Di axaftinan de rola jinan a ji destpêka şoreşê ve û pêşengtya wan di qadên şoreşê de hatin nirxandin û hate gotin ku jinan cihê xwe di avakirina projeya demokratîk de girtiye.
Evîn Siwêd di axaftina xwe de got jinan di parastina civakê de xwe isbat kir û ev tişt anî ziman: “Parastina civakî ji sîstema exlaqî û mirovî qut nabe. Jin li vir dibin rêvber û pêşengên rêxistinbûyîn û insyatîfê. Rola hêzên ewlekariya hundir a jin di pêkanîna ewlehiya civakî bi bandor û diyarker bû. Cihê xwe di parastina destkeftiyên şoreşê de girtin û li dijî hemû cûreyên terorê û sûcdaran tekoşîn meşandin. Jinan bi vê tekşîna xwe diruşmeya parastina civakî berpirsyariya hebeş a hemûyan, piratîze kir.”
Evîn Siwêd, da zanîn ku tişta vê ezmûnê cûda dike ew e ku xebat ne tenê di parastina leşkerî û ewlekariyê de ye û wiha dom kir: “Çanda aştî û zanista civakî hate belavkirin, bi rihê berpirsyarî û exlaq derbarê kes û civakê de xebat bi rê ve diçin.”
Evîn Siwêd, şehîdên azadiyê û di serî de ên jin bi bîr anîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Şehîdên me bûne minare û riya nifşên pêş ronî dikin. Bûne sembola îradeya tu carî nayê şikandin.”
Evîn siwêd, li ser pêkanîna sîstema hevserokatiyê jî ev tişt anî ziman: “Pêkanîna sîstema hevserokatiyê û beşdarkirina jinan di hemû qadên rêveberî û civakê de, isbat dike ku pirojeya heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di piratîkê de, wekheviya rast a li ser esasê Sûriyaya pireng û demokratîk esas digre.Ev gav ne tenê destkefetî ne, lê belê jinan di encama wan de, li ser xeta azadiya jin û civakê berê dîrokê daye guhertin. Niha jî divê bi hemû rê û rêbazan parastina van gavan were kirin. Sûriyeyê û herêm di geşedanên mezin re derbas dibe. Pêwistî ji her demê zêdetir pê heye berxwedan û tekoşîna jinan di siyaset, parstin û çandê de mezintir û bilindtir bibe.”
Evîn Siwêd di dawiya axaftina xwe de konfrans pîroz kir û got Rêveberiya Xweser dê bi hemû hêza xwe piştgiriya hemû gavên rêxistina jinên azad berfireh dike, bike û ev tişt anî ziman: “Serkeftina wan serkeftina tevahî civaka me ye. Ev gaveke din a ber bi Sûriya Demokratîk, pireng û azad de ye. Sûriya li ser esasê edalet û pirengiyê pêk tê.”