Rojnameger Rojda Altintaş hat binçavkirin
- 15:10 27 Mijdar 2025
- Rojane
STENBOL - Rojnamevan Rojda Altintaş bi hinceta ku ji meha Adarê ve lê digeriyan, hat binçavkirin.
Rojnamevan Rojda Altintaş di parvekirineke de li ser X'ê ragihand ku ew bi hinceta ku ji meha Adarê ve lê digeriyan hatiye binçavkirin.
Rojda Altintaş, ku li Nexweşxaneya Hasekiyê ji kontrolkirina bijîşkî derbas bû, li ser hesabê xwe yê X'ê ev tişt parve kir: "Di dema kontrolkirina qeyda sûc de, ji min re gotin ku fermana girtinê ji bo min heye. Ez ketim panîkê ji ber ku ji nişkê ve bi wesayîta polîsan ji bo lêpirsînê min birin. Ji min re gotin ku ez bi tohmeta 'eşkerekirina nepeniya ragihandinê' ji ber nûçeyek ku min nivîsandiye têm lêpirsînkirin û piştre ez ê werim berdan. Ez hîn nizanim ew kîjan nûçe bû. Dema ku ez agahdariyê bistînim, ez ê parve bikim."







