'Di pêvajoya aştiyê de li girtiyan îşkence tê kirin'
- 09:04 11 Kanûn 2025
- Rojane
Buşra Turan
WAN - Mehtap Işik a OHD’î binpêkirinên mafan ên girtî dijîn vegot û balkişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên tîpên çal û got: “Pêvajoya aştiyê tê axaftin lê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li dijî rihê pêvajoyê ye.”
Li Tirkiyeyê di salên dawî de girtîgehên Ewlehiya Bilind yên Tîpa Y û S zêde bûne û girtî di bin şert û mercên giran ên îzolasyonê de dimînin. Ev şertên îzolasyonê herî zêde di modela ‘tîpa çal’ de zêde dibin. Li gorî daneyên Wezareta Dadê li welat 13 tîpa Y û 23 Tîpa F hene.
Girtîgehên ku wek ‘tîpa çal’ tên zanîn bi taybet piştî 2021’ê şûnde zêde bûn. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û endama Komîsyona Girtîgehan parêzer Mehtap Işik der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan tên pêkanîn de axivîn.
‘Jiyan di 10 metrekareyî de tê sînorkirin’
Mehtap Işik da zanîn ku girtîgehên tîpên çal piştî 2021’ê hatine zêdekirin û jiyana girtiyan mahkumê hucreyê dikin û got: “Divê em modela girtîgehê teqez li ber çavan bê girtin. Di serê salên 2000’î de Tîpên F ketin dewrê. Tîpên F ji hucreyên yek û sê kesî pêk tên. Li dijî vê serhildan pêk hatin. Operasyonên ‘vegera jiyanê’ hatin kirin. Wê demê 40-50 girtiyî jiyana xwe ji dest da. Ji 2021’ê şûnde modelek hîngiran xistin dewrê. Jiyan girtiyan di 10 metrekareyî de di girtîghên Tîpa Y û S de sînor kirin.”
‘Girtî nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê’
Mehtap Işik diyar kir ku bi salan e li girtîgehan binpêkirinên mafan bi modelên tîpên nû her diçe girantir dibe û ev tişt got: “Divê ev rewş bi cidiyet bê destgirtin. Pirsgirêkên girtiyan ên perwerde, tenduristî û hevdîtinê her diçe giran dibin. Bi nameyên muvekîlên me, bi hevdîtinên malbatan em van binpêkirinan dibînin.”
’23 saetên wan di koxuşê de derbas dibe’
Mehtap Işik wiha berdewam kir: “Şertên jiyanê yên girtiyên li Tîpên S û Y jiyanê dide zorê. Di girtîgehên tîpên berê de li ber koxuşan qada hewadankê hebû. Sibehê vedikirin êvarê digirtin. Lê di tîpên nû de girtî 23 saetên xwe di koxuşan de derbas dibin. Derfetên sporê tune ne, aktîvîte tune ye. Jiyan di 10 metrekareyî de sînor dibe. Ev jî rê li ber nexweşiyan vedike. Di van tîpên çal de ronahiya rojê jî nayê dîtin. Girtî hewa û ronahiyê nabînin. Rojê nabînin. Ev jî girtiyan terkî mirinê dike. Di salên dawî de hejmara van girtîgehên tîpên çal zêde bûne. Girtî tên îzolekirin. Li koxuşên yek an jî sê kesî îzolasyon pêk tê. Girtî nikarin bi kesên din re tu têkiliyê deynin. Deriyên koxuşan elektronîkin. Gardyan dest nadinê. Bixwe vedibin û tên giritn. Di nexweşiyeke nişkave an jî krîzek dil de girtina agahiyê pir zehmete. Hemû girtî di bin tecrîdê de ne. Binpêkirinên mafan didomin. Bi awayekî kêfî binpêkirin her diçin giran dibin. Ligel vê lijneyên şopandinê jî bi awayekî kêfî tahliyekirinan taloq dikin.”







