Parlamentera Îtalî: Derfeta piştî şer afiriye divê neyê tunekirin
- 09:06 11 Kanûn 2025
- Rojane
Melek Avci/Elfazî Toral
STENBOL - Seroka Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Îtalyayê Laura Boldrînî da zanîn ku divê saziyên navnetweyî piştgiriyeke aktîf bidin pêvajoya aştiyê û wiha anî ziman: “Ji bo razemeniya aştiyê derfetek dîrokî afirî. Durxistina jinan a ji pêvajoyên aştiyê jî şaşiyek mezin e.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Stenbolê di 6-7’ê Kanûnê de “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar xist. Ji gelek welatan kes tevli konferansê bûn. Seroka Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Îtalyayê Laura Bodrînî jî ku tevli konfernasê bû di bin sernavê ‘Veguherîna nêrîna Ewropayê ya li dijî Pirsgirêka Kurd:Ji mafên takekesî ber bi mafên kolektîf ê zemîna azadî û aştiyê de’ axivî.
Lura Boldrînî ku yek ji siyasetmedarên girîng ên di qada têkoşîna mafên jin, penaber, azadiya fikr û raman û dijberbûna faşîzmê dide, di axaftina xwe de bi taybet anî ziman ku divê saziyên navneteweyî azadiya Abdullah Ocalan bixwazin.
Laura Boldrînî piştî konferansê ji ajansa me re der barê piştgiriya navneteweyî ya pêvajoyê û tevlibûna jinan a pêvajoyên aştiyê de axivî.
‘Divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide’
Laura Boldrînî diyar kir ku pêvajoya niha li Tirkiyeyê dimeşe gelek girînge û got: “Ev pêvajo girîng e. Dema ku li welatekî pêvajoya aştiyê hebe divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide pêvajoyê. Heta ji piştgiriyê zêdetir divê bikin. Divê aktorên navneteweyî pêvajoyê hêsan bikin.”
‘Bi bangê re ji bo aştiyê derfet afiriye’
Laura Boldrînî balkişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha vegot: “Birêz Ocalan bang kir û piştî vê partiya wî PKK’ê feshkirina xwe îlan kir û pêvajoyek nû ya aştiyê dest pê kir. Ji ber vê divê qada navneteweyî zêdetir eleqe nîşan bidana. Ev mijarek pir girîng bû. Piştî şerê 40 salî ev derfet afirî.”
‘Sazî rola xwe nalîzin’
Laura Boldrînî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tevî vê derfetê saziyên li Ewropayê rol û mîsyon negirtine ser xwe.Ji ber vê dema vegerim Îtalyayê ez ê ji hikûmeta Îtalyan re bêjim çima hûn bêdeng mane, çima we pozîsyonek negirtiye û we piştgirî nedaye. Ji ber ku divê saziyên Ewropayê di pêvajoyên aştiyê de rol bilîzin. Lê heta niha rol negirtine. Li seranserê cîhanê mafê mirovan tê piştgûhkirin. Ev mijar di pêvajoyên aştî û demokrasiyê de hîn bêtir girîngin. Hemû cîhan di qonaxeke girîng de ye. Ev jî bi fikare. Divê em xwe şûnde nedin alî. Divê em xwe rêxistin bikin. Ji ber rastgirt û partiyên rastgir xwe pir baş organîze kirine. Ji ber vê divê em dersan bigirin û piştgiriyê bidin xwe.”
‘Divê jin rola xwe bilîzin’
Laura Boldrînî got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê navber li ser rola jinan a di pêvajoyê de disekine û di vê mijarê de jî wiha got: “Ez tevli vê dibim. Di vê pêvajoyê de jin li plana dawî hiştin şaşiyek pir mezine. Biryara şeran her tim mêr didin. Li gorî min di pêvajoyên aştiyê de jin baştir muzakere û navbeynkariyê dikin. Tevlibûna jinan a pêvajoyê derfteke dîrokiye. Divê jin hîn bêtir xwe xurt bikin û rol bigirin.”







