Li Çinarê li dij êrişan çalakî hat lidarxistin

  • 21:41 12 Çile 2026
  • Rojane
AMED - Hevseroka DEM Partiyê ya Çinarê Ayşe Ay di çalakiya piştgiriya ji bo taxên Helebê de axivî û got, “Ji hebûna gelê kurd ditirsin. Em dixwazin şer û pevçûn bi dawî bibin.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), Partiya Heremên Demokratîk(DBP) li navçeya Çinarê ya Amedê li dijî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku li ber avahiya DBPê hat dayîn de gelek kes tevlî bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Xana Axparê û Hevserokê DBPê ya Xana Axparê Mehmet Şîrîn Demîr axaftin kirin.
 
‘Ji hebûna gelê kurd ditirsin’
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Çinarê Ayşe Ay diyar kir şerê ku taxên Helebê diqewimin zarok û jinan dikin armanc û wiha got: “Ji hebûna gelê kurd ditirsin. Em ê bi berdewamî hebin. Îro çareseriyek bi lez tê meşandin. Lê em dibînin ku bi van bûyeran re rêzgirtina ji bo pêvajoya çareseriyê tune ye. Em dixwazin şer û pevçûn bi dawî bibin.”