Gelê Cizîrê li dijî êrîşan bajarê xwe diparêzin

  • 23:12 23 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarên kantona Cizîrê bi hêzên leşkerî û ewlehiyê re herêmên xwe li hember gef û êrişên çeteyên hikumeta demkî û DAIŞˊê diparêzin.
 
Li gel sermayê, barîna berfê, şênî bi hêzên leşkerî, ewlehî û Hêzên Parastina Civakî re li kolanan dewriyeyan pêk tînin.
 
Nobedaran diyar kir ku armanc ji van dewriyeyan parastina taxan, şêniyan û tevahî herêmê ye.