Li hember êrîşan banga yekîtiyê
- 09:20 24 Çile 2026
- Rojane
Rojda Aydin - Neslîhan Kardaş
MÊRDÎN - Jinên Qoserê ku bertek nîşanê êrîşên ser Rojava dan, destnîşan kirin ku hemû dewletên navneteweyî piştgiriya DAIŞ’ê dikin. Jinan, banga yekîtiyê li hemû kurdan kir.
Êrîşên HTŞ’ê û komên Tirkiyeyê ku bi rojane li hember Rojava dane destpêkirin berdewam dikin. Li hember van êrişan li çar aliye Kurdistanê, Tirkiyeyê û gelek deverên cihanê nerazîbûn her ku diçin zêdetir dibin.
Jinên navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bertek nîşanê êrîşan dan û banga yekîtiyê kirin.
‘Em aştiyek bi rûmet dixwazin’
Kadriye Bahçivanci, ewilî bertek nîşanê êrişên li ser Rojava da û wiha axivî: “Em dixwazin ev şerê qirêj di nav kurdan de rabe. Zilma ku li Rojava tê kirin em qebûl nakin. Em kurd yek in. Em li ku derê jî bin em ê li pişta Rojava bin. Çi ji destên me bên em ê bikin. Divê tu kesek li pişta DAIŞ’ê negire. Zihniyeta qirêj a DAIŞ’ê îro li Rojava bi hovîtiyek mezin mirovan qetil dike. Divê hemû cihan pişta kurdan bike û rabe li ser piyan. Tirkiye aliyekê dibêje aştî û aliyekê ve jî êrişê Rojava dikin. Divê dewleta tirk vê şerê bisekinîne. Aştî yek alî nabe. Ji ber vê yekê jî divê ewilî vê şerê bidin sekinandin. Em aştiyek bi rûmet dixwazin.”
‘Aliyekê pêvajo, aliyekê şer…’
Fatîme Bûmînî jî êrîşên DAIŞ’ê wek hovîtî pênase kir û wiha wiha domand: “Em vê hovîtiyê şermezar dikin. Ji bo aştiyê pêvajoyekê hatiye destpêkirin. Lê bele ji ber êrîşan baweriya tu kesan bi pêvajoyê nayê. Ji ber ku pêvajo bi vê awayî nayê meşandin. Her wiha demildest ev êrîşên li ser Rojava divê bên sekinandin. Dewletên navneteweyî hemû bûne yek pişta DAIŞ’ê dikin û êrîşê kurdan dikin. Em vê nêzîkatiyê û dirûtiyê qebûl nakin. Em hêvî dikin ku ev hovîtî ser Gelê Kurd rabe. Gelê Kurd ne bi tenê ye, em li pişta wan in. Em silavên xwe ji hemû kesên wê dere re dişinin.”
Banga yekîtiyê
Fatîme Bûmînî, bal kişand ser Deriyê Sêmalka û bang kir KDP’ê kir ku deriye wê derê tim vekirî bihêle û wiha domand: “Bila wê deriyê rakin. Em van sînoran ji navbera xwe rakin. Em gelê kurd hemû yek in, sînoran nasnakin. KDP jî divê her gav aliyê kurdan bisekine. Divê kurd her tim yek bin. Em yekîtiya xwe ava bikin. Divê KDP jî pêşmergeyên xwe bişîne Rojava ji bo alîkariyê. Kurdistan hemû girêdayî wê derê ye. Heta ji destên me bên em ê piştgiriya wê derê bikin.”
‘Xeta me yek e’
Tenzîle Agatay jî bang li hemû dewletên navneteweyî kir ku li hember êrîşên ku Rojava tê kirin bêndengiyê bişkînin û demildest gavên pêwîst bavêjin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro gelê Rojava û hemû şervan dibin sermaye de li ber xwe didin. Em jî ji bo piştgiriyê îro li qadan in. Divê gelê me jî nebêje sermaye, bila hemû derbikevin qadan. Em nebêjin zarok, ciwak, kal û pir in. Ji 7 salî heta 70’ê salî hemû kes derketine kolanan. Em îro keziyên zarokên xwe dihûnin ji bo ew keziya jina ku hat birin. Ger ku pêwîst be em ê jî zarokên xwe di vê rêyê de feda bikin. Em vê pergalê şermezar dikin û dibêjin êdî bes e. Bi navê ‘Allahûekber’ ciwanên me qetil dikin. Ev zihniyet nayê qebûl dikin. Em bang hemû kesên oldar dikin ku li hember vê zihniyetê dengê xwe derbixin. Kesên ku dibêjin em misilmanin kurdan qetil dikin. Kesên ku piştgiriya DAIŞ’ê dikin bila dev ji vê yekê berdin. Bila dîwarê şermê ji nav me rakin. Ez bang Barzanî jî dikim çima vê sînorê kiriye navbera başûr Rojava de. Bila vê deriyê sînor ji navbera kurdan de rabikin. Em kurd yek in, her çara parçeyên Kurdistanê hemû yek in. Xeta me yek e. Em ê dîwarê şermê hilweşînin. Heta ku damleyek xwîna me hebe em ê li pişt şervanên xwe bin. Heta ku ev şer bê sekinandin em ê derbikevin kolanan. Em ê nebêjin berf û barane li qadan bin. Ez berxwedana Rojava pîroz dikim.”







