Li Efrînê jinek hat qetilkirin

  • 16:32 29 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di nava kaosa ewlehiyê ya berdewam de, li Efrînê cînayetên jinan dubare dibin û ev rewş rewşa sivîlên ku di bin kontrola leşkerên bi pere yên Tirk de dijîn radixe ber çavan.
 
Li gundê Kefir Della yê Efrîna dagirkirî, jinek hat qetilkirin û heta niha nasnameya wê nehatiye eşkerekirin.
 
Zêdebûna cînayetên jinan, bi taybetî li deverên di bin kontrola Heyat Tehrîr el-Şam û leşkerên bi pere yên dewleta Tirk de, di nava gel de dibin sedema metirsiyên mezin.