Li Rojava berxwedan û seferberî dewam dike

  • 11:54 30 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedan û seferberiya gelê Rojava ya li dijî êrişan her ku diçe mezintir dibe. 
 
Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê, ji 6’ê Çileyê ve bênavber didomin. Gelê Rojava 24 roj in li dijî êrişên leşkerî û şerê taybet ê li ser medyayê tê meşandin li ber xwe dide. Her wiha tax, gund û bajarê xwe diparêze.
 
Di nava vê seferberiyê de gel bi temamî, bi taybetî jî jin li her eniyê bi xurtî li ber xwe dide. Li hemberî şer, koçberiya bi zorê û şerê taybet bi berpirsyarî radibe. Li tax, gund û bajaran bendên kontrolê hatin danîn û gel xwe diparêze.
 
Gel xwe bi rêya komun û komîteyan bi rêxistin kiriye û ji bo mirovên ji Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Reqa û Tebqayê ji warê xwe bûne, pêwîstiyên wan bi cih tîne. Şêniyên gund û bajaran ên ji aliyê komîteyan ve hatine birêxistin bi şev û roj li xeta parastinê ne.
 
Gelê Rojava her gavê destnîşan dike ku ji bo parastina destektiyên şoreşa Rojava wê berxwedana xwe dewam bike û nehêle komên paramîlîter bikevin herêmên wan.