ADGB’ê: Ev êrîşek li dijî azadiya fikr û ramanê ye

  • 18:49 3 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê (ADGB), binçavkirinên ku li gelek bajaran di serî de li dijî endamên ESP’ê pêk hatine şermezar kir û got: “Binçavkirin, zext û gef nikarin pêşiya têkoşîna mafdar û rewa bigirin.”
 
ADGB’ê der barê binçavkirinên li gelek bajaran pêk hatiye daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Di 3’yê Sibatê de li Tirkiyeyê, di serdegirtinên mal û saziyan de ku li gelek bajaran pêk hatin; xebatkarên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA), DİSK/Limter-İş, Polen Ekolojî, BEKSAV û gelek kesên ku di nav de xebatkarên rêxistinên jin û ciwanan, sendîkayan, saziyên ekolojiyê, navendên çand û hunerê û kedkarên çapemeniyê hene, hatin binçavkirin.”
 
ADGB’ê diyar kir ku ev operasyon “êrîşeke eşkere ye li dijî azadiya îfadeyê, mafê rêxistinbûnê, azadiya çapemeniyê û siyaseta demokratîk” û wiha domand: “Beşek ji hewildana bêdengkirina raya giştî ya şoreşger-demokratîk, çandina tirsê di nav opozîsyona civakî de û krîmînalîzekirina têkoşîna rewa ya gelan e. Bi taybetî hedefgirtina sazî û kesên ku li dijî êrîşên li ser Rojava di nav çalakiyên piştgiriyê de ne, van êrîşan radigihînin raya giştî, aştî û biratiya gelan diparêzin; çavtirsandineke eşkere ye ku li opozîsyona civakî tê kirin. Lê belê divê bê zanîn ku; binçavkirin, zext û gef nikarin pêşiya têkoşîna mafdar û rewa bigirin.”