Dorpêça li Kobanê didome
- 11:00 4 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÜÇEYAN -Ligel peyman û agirbestê jî bi boneya dorpêça giran a li ser Kobaniyê rewşa mirovî her diçe girantir dibe. Li aliyekê Hikûmeta Demkî û li aliyê din Tirkiye li pêşiya derbaskirina alîkariyên jiyanî astengiyê derdixe.
Komên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê 16 roj e dorpêçeke giran daniye ser bajarê Kobanê û jiyana zêdetirî 600 hezar kesî dixe xeteriyê. Bi taybetî derman nayên peydakirin, şîrê zarokan û xurek li bazaran gelekî kêm bûne. Ji ber qutbûna elektrîkê beşên nexweşxaneyan sekinîne û madeyên sotemeniyê û pêdiviyên din ên jiyanî jî nayên peydakirin.
Li gorî lihevkirina 30'ê Çileyê ya di navbera HSD û Hikumeta Demkî de divê dorpêça li ser Kobaniyê hatiba rakirin. Ligel vê peyman û agirbestê jî dorpêç hêj didome. Li aliyekî din dewleta Tirk jî heman polîtîkayê dimeşîne û piştgiriyê dide komên Hikûmeta Demkî. Hefteyek e alîkariya ji Bakurê Kurdistanê hatiye şandin li ser sînor tê rawestandin.







