Şandeya NY’ê çû serdana Kobanê

  • 16:09 16 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo nirxandina rewşa mirovî û tenduristiyê, çû serdana Kobanê.
 
Şandeyek ji Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Kar û Barên Mirovî (OCHA) serdana navenda Rêveberiya Xweser a li bajarê Kobanê kir.
 
Şande ji aliyê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kobanê û nûnerên saziyên xizmetguzariyê hate pêşwazîkirin.
 
Her du aliyan li ser pirsgirêkên mirovî û tenduristiyê yên ji ber dorpêçkirina Kobanê derketine û awayê  peydakirina xizmetên bingehîn û pêdiviyên şêniyan gotûbêj kirin.
 
Piştî civînê, şandeya NY’yê di gel endamên Rêveberiya Xweser, serdana stargehên li bajêr kir da ku şert û mercên jiyanê yên li Kobanê di bin dorpêça berdewam de ji nêz ve bibîne.
 
Ji 20’ê Çileyê ve, hêzên hikumeta demkî dorpêçeke dijwar li ser bajarê Kobanê ferz kiriye û heta niha jî berdewam dike.