Çalakiya Cenevreyê di hefteya 265’an de ye

  • 21:00 18 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ku li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dewam dike, di hefteya 265’an de dewam dike.
 
Çalakvanên ku di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” de ji 25’ê Çileya 2021’an de li Qada Nations ê Neteweyên Yekbûyî li hev dicivin, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên xwe didomînin.
 
Di çalakiya ku li Cenevreyê hat lidarxistin de, tecrîda girankirî ya li Îmraliyê li ser Rêber Apo hate prostestokirin û operasyonên leşkerî yên li Kurdistanê dewam dikin û mudaxeleyên derveyî sînor kirin rojeva raya giştî ya navneteweyî.
 
Di çalakiyê de, di serî de Neteweyên Yekbûyî, bang li saziyên navnetweyî tê kirin û tê destnîşankirin ku divê tecrîd were rakirin û zemîna çareseriya demokratîk were avakirin.
 
Çalakiya nobetê ku her hefte sazî û însîyatîfên  cuda piştgiriyê didin, vê hefteyê ji aliyê ciwanên şoreşger ve hate xwedîderketin.
 
Daxuyaniya hefteyê ji aliyê rêxistinên ciwanan Mustafa Erîş ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de kesên ku li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn û îşaret bi têkoşînê hate kirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Apo ji 15’ê Sibata 1999’an ve di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin û hate gotin ku pergala Îmraliyê li ber çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd astengiyekî ye.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li şûna polîtîkayên ku pevçûna di navbera gelan de kûr dike, avakirina zemîna diyalog û muzakereyê berpirsyariyeke dîrokî ye.
 
Rêxistinên ciwanan diyarkirin ku ji bo pêşveçûna pêvajoyeke gengaz divê tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin û “mafê hêviyê” were naskirin.
 
Daxuyanî bi dirûşmeya, “Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu” bi dawî bû.