Li Dêrikê jinek hat revandin

  • 17:34 22 Sibat 2026
  • Rojane
 
MÊRDÎN-Li navçeya Dêrikê hate hînbûn ku jinek ji aliyê 7 mêrî ve bi zorê ji malê hatiye girtin û revanidn.
 
Hate hînbûn ku linavçeya Dêrik a Merdînê di 20’ê Sibatê de jina bi navê Elfîdan Ozbahçecî ya 22 salî ji aliyê Mustafa Ozbahçecî û 6 xizmên wî ve hatiye revandin. Jina ji aliyê 7 mêrî ve bi zorê ji malê hat revandin agahî jê nayê girtin û hat hînbûn ku malbat çû emniyetê der barê gumanbaran de gilî kir.
 
Li gorî agahiyên hatine girtin li ser giliyê malbatê sê kes hatine binçavkirin û ji 4 kesî hîna agahî nehatiye girtin.