Li Mexmûrê li ser tendûristiyê semîner hat dayîn

  • 15:45 12 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bijişkên Wargeha Mexmûrê têkildarî nexweşiyan û bi taybet li ser parastina tendûristiya zarokan, ji bo malbatên xwendevanên dibistana dayîkê semîner dan.
 
Ji aliyê Bijîşkên Komîteya Tendirustî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ve têkildarî nexweşiyan û bi taybet li ser parastina tendirustiya zarokan, ji bo malbatên xwendevanên dibistana dayîkê semîner hat dayin. Tê gotin ku wê ev semîner ji bo giştî malbatên dibistanên dayîkê bê dayîn.
 
Semîner li Wexfa Jinê ya Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Piştî rêzgirtinê Dr. Medya Mistefa têkildarî nexweşiyan û parastina zarokan axivî.
 
Dr.Medya Mistefa bilêv kir ku zarok pêşeroja civakane, divê dayîk zarokên xwe bi tiştên amade yên dikanan xwedî nekin û got: “Zarokên me her tiştê me ne, ji bo wê divê em baldar bin ku nexweş nekevin. Cûr ber cûr şêwazên xwedîkirina zarokan heye. Aşîkirin, tîmar kirin, parastina zarokan û hwd. Di van deman de gelek tiştên ne baş ku pêwîste em pêşiya wê bigirin heye. Bi taybet di xwedîkirina zarokên ku şîr dixwin de ya herî baş divê ji 6 heta 12 mehan şîr bê dayîna wan. Şîrê ji derve de ti carî cihê şîrê dayîkê nagire. Ji ber ku şîrê dayîkê li gorî temenê zaroke û hemû tiştên pêwîst di nava şîrê dayîkê de ye. Her wiha gelek madeyên ji bo parastina zarok jî di nava şîrê dayîkê de heye. Şîrê qotiyê gelek caran hesasiyetê ji bo zarokan çêdike û heta gelek nexweşiyên cûda cûda jî çêdike. Ji bo wê jî şîrê dayîkê ji bo zarokê gelek girînge.”
 
Herî dawî jî Dr. Mihemed Unver jî wiha qala tîmarkirina zarokan kir: “Mijarên ku em bi kurtî li ser de derbaz bibin wek tîmar bûn, teknolojî bi karanîna zarokan, derûnî û paqijiya zarokane. Wek dayîk û bav yek ji şertê herî bingehîn tîmar kirina zarokane. Di aliyê tîmar bûnê de ji bo em laşê xwe yan jî laşê zarokên xwe nas bikin, pêwîste em xwedî hinek zanînan bin. Laşê me ji sedê 65-70’ê ave, ji sedê 20’ê wê proteîne û ji sedê 8-9’ê wê rûne û ji sedê 1’ê wê jî şekire. Mînak, dema yek tê nexweşxanê ji bo xwe be yan ji bo zarokên xwe be, dema em dibêjin av vedixwe? Pir kêm me dîtine ku dibêjin gelek avê vedixwe. Me li jor jî anî ziman rêjeya laş ji sedî çende, eger kêm av bê vexwarin dibe sedemên nexweşiyan.”