Li Peyasê agirê Newrozê hat vêxistin
- 21:00 13 Adar 2026
- Rojane
AMED – Li Peyasê bi dirûşmeya ‘Newroza Azadî û Demorkasiyê’ agirê Newrozê hat vêxistin.
Li navçeya Peyas a Amedê li Parka Ahmet Arîf pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Gelek welatî û nûnerên partiyên siyasî û civak sivîl tevli bernameyê bûn.
Piştî vêxistina agirê Newrozê, girseyê bi coşek mezin govend gerandin. Bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘Bijî serok Apo’ hat berzkirin.
Bername bi gerandina govendê bidawî bû.







