Li Xelfetiyê agirê Newrozê hat pêxistin

  • 13:25 14 Adar 2026
  • Rojane
RIHA - Li Xelfetiyê, agirê Newrozê hat pêxistin. Di pîrozbahiyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî û bi bîr xist ku Xelfetî cihê jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û Newroza hemû gelan pîroz kir.
 
Pîrozbahiya Newrozê ku bi dirûşmeya "Azadî û Demokrasî" hat lidarxistin, li Parka 4'ê Nîsanê ya li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê pêk hat. Nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Koma Hêlîn, Koma Azad, Koma Ozgur û Koma Zozan derketin ser dikê. Di bernameyê de, pankarta ku wêneyê Salih Muslim, endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê ku di 11'ê Adarê de koça dawî kir, li ser dikê hat vekirin. Piştî axaftinan, agirê Newrozê hat vêxistin.
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu, di pîrozbahiyê de axivî û Cejna Newrozê pîroz kir û kesên ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Ayşe Surucuyê Mazlum Dogan, Rehşan û Zekiye Alkanê bi bîr anî û ji bo yek ji pêşengên Şoreşa Rojavayê Salih Muslim sersaxî xwest. Ayşe Surucuyê bi bîr xist ku Xelfetî cihê jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û Newroza hemû gelan pîroz kir.
 
 
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar di axaftina xwe de cejna Newrozê pîroz kir û got: "Em li Xelfetîyê ne, bajarê Rêberê xwe. Em silavên xwe ji Rêberê xwe re dişînin. Cejna Newrozê pîroz be. Kurd çi dixwazin? Nasname, çand û zimanê xwe dixwazin. Li bajarê Rêberê xwe, ez ji malbata Salih Muslim û hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim."
 
 
Piştre Endama Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan axivî û got ku Newroz cejneke hevpar a gelên Mezopotamyayê ye. Newroz Ûysal Aslanê diyar kir ku Xelfetî, li beravên Çemê Firatê, herêmeke ku gelên cuda bi hev re dijîn e û got: "Îro em bi heyecan li vir in. Ji ber ku dema em dibêjin Xelfetî, Amara tê bîra me, dema em dibêjin Xelfetî Reber Apo tê bîra me. Têkoşîna azadiya Kurd li vir ji dayik bû. Li vir em ê bi rêbertiyek azad, welatekî azad û jiyaneke azad re hevdîtin bikin. Em ji vir silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd re dişînin. Kurdan di sala 2026'an de rêya azadiyê vekirin. Jinên Kurd, rêberên Kurd, hevalên me bûn agirê Kawa; ew li dijî zilmê têdikoşin. Ji vir em Mazlûm, Rehşan, Zekiyayê bi bîr tînin; em dixwazin ku ev Newroz di şexsê wan de bibe Newrozeke yekîtiyê. Têkoşîna Kurdan ku 53 sal berê bi Newrozeke li Enqereyê dest pê kir, têkoşîna azadiyê kiriye têkoşîna Newrozê."
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin û welatiyan bi govenda li dora êgir pîrozbahiyê berdewam kirin.