Ji Newroza Aydinê peyama silava ji bo Îmraliyê
- 17:30 15 Adar 2026
- Rojane
AYDIN- Di pîrozbahiya Newrozê ya li Aydinê pêk hat de bi sedan kesên gel hev peyama ‘Em ji qada Newrozê ya Aydinê silavan dişînin Girava Îmraliyê; silav li te be ey Rêber Apo. Newroza te pîroz be Serok Ocalan’ derket pêş.
Li navçeya navendî ya Efeler a Aydinê, bi tevlêbûna hezaran kesan Newroza 2026an bi dirûşm û gerandina govendê hat pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Li qadê dirûşmên wekî “Newroz pîroz be” “Şehîd namirin”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” olan dan.
Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, Parlamenterê DEM Partiyê ya Mersînê Alî Bozan, Hevserokên DEM Partiyê ên Aydinê Şukran Sari û Husnu Taş, hunermendên heremî û gelek welatî tevlî pîrozkirina Newrozê bûn.
Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr Şukran Sari û Husnu Taş, di axaftinên xwe de endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salim Muslim bi bîr anîn û destnîşan kirin ku ew ê têkoşîna wî mezin bikin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk di axaftina xwe de bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û wiha got: “Sedema herî mezin a qirkirina gelan, dîktatoriyên ku gelan tune dihesibînin in. Em êrîşkariya emperyalîst û rejîmên faşîst red dikin. Dost û hevalên me, gel, çîna karker û jin in. Ev qad, qada aştiya gelan e. Bijî wekhevî û biratiya gelan.”
‘Aydin bûye Kurdistan’
Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan jî anî ziman ku beriya 40-50 salan li Aydinê Kurd kêm bûn, lê îro qadan bi temamî tije dikin û got: “Dema em vê qadê tije dikin, Aydin dibe Kurdistan. Sêrt, Bedlîs, Mûş, Agirî û Wan îro li vir in. Tevahiya Kurdistanê li vir e. Newroza Rêber Apo û Newroza Tevgera Azadiya Kurdistanê hezar caran pîroz be ku bûn wesîleya van rojan.”
Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê û berzkirina dirûşman bi dawî bû.







