Jinên Îdirê: Em ê azadiya civakî ava bikin

  • 12:29 16 Adar 2026
  • Rojane
ÎDIR -Jinên Îdirê ku di Newrozê de qad bi rengên xwe tijî kirin, diyar kirin ku agirê ku wan pêxistiye lêgerîna jinan a ji bo jiyaneke azad û hevgirtina wan temsîl dike û peyama "Bi newrozê re em ê têkoşîna jinan berfireh bikin û Jin dê azadiya civakî ava bikin" dan.
 
Newroz ku sembola berxwedan, azadî û ji nû ve zayînê ye ji bo jinan, îsal jî wekî her sal bi daxwazên jinan ên ji bo azadiyê tê pêşwazîkirin. Jinên Kurd ne tenê Newrozê wekî hatina biharê, di heman demê de wekî sembola têkoşîna ku li dijî pergala serdest a mêran, polîtîkayên şer û kuştina jinan radibe dibînin.
 
Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
 
Jinên ji Îdirê ku mîrata berxwedana dîrokî hildigirin û îsal bi dirûşma "Azadî û Demokrasî" pîroz dikin, bi tundî daxwazên xwe yên ji bo azadiyê anîn ziman. Jinan ji mîkrofona me re  diyar kirin ku agirê  wan pêxistiye lêgerîna jinan a ji bo jiyaneke azad û hevgirtina wan temsîl dike. Jinan peyama "Bi Cejna Newrozê em ê têkoşîna jinan berfireh bikin û em jin dê azadiya civakî ava bikin" dan. Herwiha jinan di heman demê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.