Sarya Efrîn: Sûriyeya demokratîk bêyî jinan nabe
- 14:12 17 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa jinan a ji bo di destûra Sûriyeyê de misogerkirina mafên jinan hat destpêkirin didome. Fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn ya ku di konferansê de nirxandinan kir, got: ‘’Ger armanc Sûriyeya demokratîk be ev bê jin nabe.’’
Konferansa ‘Werin em bi hev re ji bo misogeriya mafên jinan di destûra Sûriyeyê de’ bi tevlîbûna 400 delegeyên ji sazî û rêxistinên jinan ên Rojavayê Kurdistanê destpê kir, didome.
Rewşa siyasî Cîgira Hevseroka MSD’ê Canda Mihemed nirxand. Paşê berpirsiyara Yekîtiya Jinên Sûrtab Georgette Bersom mafên hiqûqî û zagonî nirxand. Piştî nirxandinên her du mijaran deriyê nîqaşê ji bo delegeyên konferansê hat vekirin.
Konferansa jinan bi rûniştina dûyemîn didome. Mijara sêyemîn a konferansê ya li ser parastinê û rola jinê di parastinê de ji aliyê Fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn ve hat nirxandin.
Sarya Efrîn bal kişand ser girîngiya li darxistina konferansekî bi rengê jinan ku piştî pêvajoya şer û pevçûnekî giran tê lidarxistin û wiha got:
"Di şexsê heval Sîdar heval Deniz de em hemû şehîdan bibîr tînin. Weke hevalên wan em soz didin ku emê têkoşîna wan bigihînin serkeftinê. Newroz nêz dibe bi vê boneyê em şehîdên Newrozê bibîr tînin. Weke YPJ’ê erka parastinê ya ku jin di encama têkoşînê de bidestxistine me girtiye ser milê xwe. Bi taybetî di şerê me yê li hemberî DAIŞ’ê ku temsîla feraseta desthilatdariya mêr dikir, hemu mirovahî bi ewle jiyan kir. Ev bi bedelên mezin çêbûn. Di serî de ji bo hemu jinan bû çavkaniya îlhamê. Bê guman ev têkoşîn dê bidome. Êdî divê ku em destkeftiyên xwe misoger bikin. Heta niha erka me û berpirsiyariya me ew bû ku em xeteriyên heyî di aliyê leşkerî de biparêzin. Me demekî zehmet derbas kir. Yên ku herî zêde zirerê ji vê dîtin jî jin bûn, malbatên esîran bûn.
‘Îsrar û têkoşîn dê encamê diyar bike’
Bîr û baweriya ku ji me re hat dayîn hişt ku em têkoşînekî xurt bimeşînin. Ev baweriya jinan bû ji me re. Lê em deyndarî rexnedanê ne ji bo jinan û malbatên dîlgirtiyan. Ji vir û şûnde jî erka me ya parastina têkoşîna jinan ji bo me esas e. Weke QSD’ê di tifaqê de entegrasyonek çêdibe. Me jî xwe li gor vê birêxistin kir ku em di nav entegrasyonê de cih bigirin. Lê belê weke YPJ’ê ji bo di nav artêşê de cih bigire nêzîkatiyek erênî çênebû. Li ser vê esasê xebat didomin. Ev hemu hê mijarên me yên têkoşînê ne. Em li hemberî ferasetekî bi çi rengê ne ev li holê ye. Hewldanekî qût bike û parçe bike heye. Lê li hemberî vê jî têkoşîna me heye. Îsrar û têkoşîna me dê encamê diyar bike.
‘Bê jin demokrasî nabe’
Weke jin em li ku bin bila bibe em fêr bûne ku mafên xwe bi têkoşînê werbigirin. Ji vir û şûnde jî ewê têkoşîna me bidome. Em hewl didin ku fermandarên me di wezareta parastinê de cihê xwe bigire û tabûrên me di nav lîwayan de cihê xwe bigire. Encama şerê ku me li hemberî DAIŞ’ê daye li holê ye. Bi vê bawerî û biryardariyê têkoşîna me didome. Çi li Rojava, çi li Kurdistan û derveyî welat dibe ji bo parastina nirxên şoreşê têkoşîna me didome ku em hebûna xwe misoger bikin. Baweriya me bi têkoşîna me heye. Biryardariya me ger avakirina Sûriyeyek demokratîk ava kirin be dê ev bê jin nebe. Me ji têkoşîna gelan hêzê girt. Bi hêz û baweriya ku em ji we digirin berpirisyariyekî mezin datîne ser milê me ku em di nav artêşê de jî guehrtinê çêbikin.’’
Piştî axaftinên Sarya Efrîn dirûşmên ‘Bijî berxwedana YPJ’ê û Jin Jiyan Azadî’ bilind bû.







