KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

  • 13:39 19 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJK, bi minasebeta Newrozê peyamek da û got: "Em vê Newrozê bikin sala serketina têkoşînê, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, sala xwegihandina jinan, ciwanan û gelê Kurd a li Rêber Apo."
 
Koordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) têkildarî cejna Newrozê daxuyaniyek da. 
 
Daxuyanî bi vî rengî ye:
 
"Tevgera Newrozbûnê ku Rêber Apo li dijî sîstema Dehaqan a mêr ê serwer û zalim ê ji dîrokê heta niha dewam dike da destpêkirin, bi têkoşîneke bi heybet a 52 salî re ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê gihîşt wê astê ku jiyaneke azad û aştiyê bi xwe re bîne û ji bo hemû bindestan bû bersiveke civakî. Rêber Apo hemû nirxên jiyanê, demokrasiyê, wekhevî û azadiyê yên ji mirovahiyê-jinan hate dizîn radestî xwediyê wan kir û weke Prometheus ê hemdem li dijî sîstema xwedayên bê maske û qralên tazî her roj xwe nû kir, ji mirovahiyê re bû ronahî û weke rojê hîn jî şewq dide. Agirê berxwedan, azadî û serketinê ku li warê Xwedawendê li Zagrosan beriya niha bi 2638 salan ji aliyê Kawa ve li dijî Dehaq ê zalim hate dadan, di nava sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de jî digihîne me jinan û gelan û eşqa azadiyê ya Mem û Zîn pêk tîne. Dem hatiye ku dîroka Kurdan û gelan êdî ji dîroka qirkirinên trajîk derkeve.
 
Di pêvajoyekê de ku bi şerê berjewendiyan ê kapîtalîzma hov re di nava tarîtiyê de tê fetisandin, şahidî ji wê yekê re tê kirin ku bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo re mirovahî dibe xwedî hêviya jiyana azad ku bi hesreta wê ye. Li vê xakê ku dergûşa mirovahiyê, civakîbûnê, azadî û bedewiyê ye, li şûna zivistanên dijwar dîroka biharbûn, ronîbûn û jinûve vejînê tê nivîsandin.
 
Jinûve vejîn bi formul û felsefeya bi sêhr a Jin Jiyan Azadî jidayikbûna jiyana azad e, rastiya jinê ya Newrozbûyînê ye, rastiya civak û gelê bi îrade, xwedî hêza xwerêveberiyê, xwerêxistinî û nasnameya xwe ye.
 
Rêber Apo di jinûve avakirina mirovahiyê ya bi felsefeya Jin Jiyan Azadî de rola damezrîner, ş ensê azadbûnê da me jinan, ev rûmet bi me da jiyandin. Em Newrozê li Rêber Apo pîroz dikin û silav dikin. Ji bo me jinan tenê rêyeke jiyanê heye, ew jî jiyana azad a bi Rêbertî re ye. Em dibêjin dem ew dem e ku vî şensê jiyana azad ê bi Rêber Apo re afiriye veguherînin tevgerea hevrêtiyê ya herêmî, gerdûnî û neteweyî ya jinan, biharbûna jiyanî û civakî pêk bînin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin.
 
Meşa me ya Newrozbûyînê û azadiya bi pêşengiya jinên Kurd, di şexsê şoreşa jinê ya Rojava de bi wê wezîfeyê re rû bi rû ye ku têkoşîna civaka azad û jiyana azad a di dîroka jinê de hatiye afirandin di asta herî bilind de temsîl bike. Têkoşîna me ku bi vejînê hate destpêkirin û bi berxwedanê mezin bû, bi têkoşîna avakirina civaka komînal re ku tê wateya jinûve jidayikbûnê, êdî bûye xwedî rastiyeke gerdûnî. Asta birêxistinkirina sîstema civaka komînal wê me jinan û gelan nêzî jiyana azad bike. Hêza rêxistinbûnê ya jinê wê bibe vegera bi rengekî azad a li jiyanê ya bi rengekî bi heybet û jinûve avabûna jiyana civakê. Em vê Newrozê ku ji bo me tê wateya hatina biharê û nûbûnê, bi avakirina komînên xwe yên demokratîk re bikin Newroza Avakirina Jiyana Nû. Em destketiyên xwe yên ku bi pêşengiya Rêber Apo bi têkoşîna gelê me û jinan bi dest xistine, bi avakirina komînan bixin pratîkê, Kurdistanê ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bikin deriyê ber bi sosyalîzma civaka demokratîk.
 
Newroz bila bibe ew roj ku agirê azadiyê veguhere ruhê yekîtiyê yê jinan, gelan û hemû bindestan ê li hemberî zaliman.
 
Agirê Newrozê divê weke heqîqeta Kurdan ku gelekî xwe timî ji xweliyên xwe ava dike, venemire. Ruhê yekîtiyê yê Newrozê ku beriya hezaran salî serketin bi xwe re anî, îro bi hevrê Ş. Ehmed Hêmin bûye sembol. Bi vî ruhê yekîtiya neteweyî re bila ev Newroz bibe Newroza neteweya demokratîk.
 
Em vê Newrozê bikin sala serketina têkoşînê, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, sala xwegihandina jinan, ciwanan û gelê Kurd a li Rêber Apo.
 
Em bang li hemû jin, mêr, mirovahiyê dikin ên ku rûmeta jiyana bi rûmet hildigirin, li dijî zilm, zordariya serweriya mêr di mirovbûnê de israr dikin, ku Cejna Newrozê veguherînin peymana jiyana azad a bi Rêbertî re, govenda azadiyê û bihara azadiyê. Ji bo vê jî divê her kes biherike qadên Newrozê, daxwaza demokrasiyê bilêv bikin û têkoşîna ku azadiya fîzîkî ya Serok Apo misoger dike, bide destpêkirin.
 
Em çalakiyên azadiyê yên jinan hemûyan pîroz dikin ku ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê rabûn ser piyan, bi sed hezaran kesî qad dagirtin û pirek ava kirin.
 
Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê ku ruhê piştevanî, çandî ya komînal a alema Îslamê zindî dihêle li tevahiya cîhanê bibe wesîleya aştî, xwişk-biratî û azadiyê, em pîroz dikin. Li dijî şerê ku hewl dide di navbera gelan, bawerî û çandan de bê derxistin, em banga xwedîderketina li Banga Aştî û Civaka Demokratîk dikin û li vê xakê ku dergûşa mozaîka çandan de welatê bihuştê ava bikin.
 
Em Newroza bi milyonan mirovî pîroz dikin ku bi kelecana guhertina dîroka netewe dewlet a kevn, kapîtalîzm, qirkirin û şer, bi kelecana jinûve avakirina dîroka civakeke komînal a demokratîk ku xwe dispêre azadiya jinê dadikevin qadan. Bi Rêber Apo re wê azadî bi ser bikeve."