Metirsiya cezayê darvekirinê li ser Mehbube Şeban heye

  • 15:20 9 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zext û binpêkirinên rejîma Îranê yên li dijî jinan dewam dikin. Hat zanîn ku jina çalakvan a bi navê Mehbube Şebanî ya di dema xwepêşandanan de hatibû binçavkirin, metirsî heye ku cezayê darvekirinê lê were birîn.
 
Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine girtin, Jina çalakvan Mehbûbe Şebanî (30) ku yek ji wan kesên par di dema xwepêşandanan de hatibû binçavkirine, bi tometên ‘serhildan û çekdarîkirinê’ tê tawanbarkirin û metirsiya ku cezayê darvekirinê lê were birîn heye.
 
Mehbube Şebanî di meha Sibatê de li Qada Azadî ya bajarê Meşhedê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin. Niha li girtîgeha Wekîlabad ya Meşhedê de tê ragirtin.