Yenar Mihemed li Bernê hate bîranîn

  • 21:35 11 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di bîranîna ku ji bo Seroka Rêxistina Azadiya Jinên Iraqê (OWFI) Yenar Mihemed li paytexta Swîsre Bernê hat lidarxistin de, hat destnîşankirin ku dê têkoşîna jinan bê geşkirin.
 
Ji bo aktîvîsta femînîst Yenar Mihemed a ku di 2’ê Adara 2026’an de li Bexdayê hat qetilkirin, li Bernê bîranîn hat lidarxistin. Bîranîna ku bi pêşengiya OWFI û Rêxistina Alternatîfa Komunîst a Iraqê li Dêra St. Paul hat lidarxistin, gelek aktîvîstên jin ên Kurdistanî û Swîsreyî û nûnerên saziyên curbecur beşdar bûn.
 
Yenar Mihemed li bakurê Bexdayê li nêzî mala xwe ji aliyê du kesên çekdar ên nenas ve hatibû qetilkirin. Di bîranîna ku ji bo wê hat lidarxistin de nûnerên PJAK, PYD, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê, Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û Partiya Komunîst a Şoreşger (RKP) jî amade bûn.
 
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û pêşî sînevîzyoneke ku behsa jiyana Yenar Mihemed dike hat nîşandan. Paşê nûnerên saziyan axaftin kirin. Li ser navê Komîteya PJAK’ê ya Swîsreyê Hakim Hutiti, li ser navê PYD Swîsreyê Gulistan Sodun, li ser navê YJK-Sê Xezal Taş, li ser navê Rêxistina Alternatîfa Komunîst a Iraqê Cemal Koşişî û li ser navê RKP’ê Casper di axaftinên xwe de bal kişandin ser têkoşîna Mihemed.
 
Di axaftinan de bal hat kişandin ser rola Yenar Mihemed a di têkoşîna azadiya jinê de û hat diyarkirin ku têkoşîna wê bê geşkirin û piştevanî bê domandin.
 
Bîranîn bi lorînên hunermend Şengul Astan bi dawî bû.