Li Dêrsîmê ji bo Gulîstan Doku daxuyanî:Bila Tuncay Sonel bê darizandin

  • 17:56 14 Nîsan 2026
  • Rojane
DÊRSIM – Piştî geşedanên di çarçoveya lêpirsîna der barê windakirina Gulîstan Doku de  hatin jiyîn şûnde jinan meş pêk anîn û xwestin ku Waliyê demî yê Dêrsîmê Tuncay Sonel bê darizandin.
 
Platforma Jinan a Dêrsîmê, der barê binçavkirinên di çarçoveya lêpirsîna der barê xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ya ku ji 5’ê Çileyê 2020’an de ye agahî jê nayê girtin de, daxuyaniyek da. Jinên li Kolana Hunerê hatin gel hev berbi Qada Seyîd Riza ve meşiyan. Jinan pankarta ‘Em dest jê bernadin. Gulîstan Doku li ku derê ye?’ û pankarta ku wêneyê Gulîstan Doku li ser bû vekirin û dirûşmeyên ‘ne edaleta mêr edaleta rast’, ‘Ji bo Gulîstan Doku edalet’, ‘qetilkirinên jinan polîtîkin’ berzkirin.
 
Gotinên Tuncay Sonel hat bibîrxistin
 
Ligel malbata Gulîstan Doku gelek jin tevli meşê bûn û piştî meşê li qadê daxuyanî hat dayîn. Li ser navê platformê Nurşat Yeşîl axivî û da zanîn ku ew 6 sal in ji bo Gulîstan Doku têdikoşin û wiha got: “Divê gumanbar bi bandor bên darizandin û aqûbeta Gulîstanê di tarîtiyê de nemîne. Gulîstan Doku di 2020’an de ji yurda lê diman veqetiya û carek din agahî jê nehat girtin. Malbata wê ji Amedê hat Dêrsîmê îxbar kir. Piştre xebat hatin destpêkirin. Encama lêkolînan de derket holê ku Gulîstan Doku bi hevalê xwe yê berê Zaînal Abakarov re li ber kafeyekê nîqaş dike û sînyalên telefona wê li ser Viyaduka Sarisaltuk a Bendava Uzunçayirê hat tespîtikrin. Waltiyê demî Tuncay Sonel  bi zimanekî teqez got Gulîstanê întîxarkiriye û wê bedena wê bibînin û bidin malbatê.”
 
‘Bila Walî  bê darizandin’
 
Nurşat Yeşîl wiha anî ziman: “Binçavkirin di alî lêpirsînê de girîngin. Tiştên îro hatine jiyîn dereng be jî bersiva têkoşîna bi salan hatiye dayîn êye. Em dizanin ku yên hevkarên sûcin hatine parastin, veşartin.Yên delîl reşkirin û pêşî li pêvajoya lêpirsîna bi bandor girtin, yên bûn sedema derengmayîna edaletê kîne? Em ê ji bo ku sûcdar bên cezakirin têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Cînayet polîtîkin’
 
Parlamentera Dem Partiyê ya Dêrsîmê Ayten Kordu jî axivî û got: “Mirinên bi gûman yên jinan di bin navê întîxarê de tên girtin. Gumanbar ji aliyê daraza mêr ve tên parastin. Ji ber vê ev cînayetên polîtîkin. Dozger, midûrê emniyetê, rektorê zanîngehê yên wê demê li ser peywirê bûn, divê ji lêpirsînê bên derbaskirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin, bêdeng nemînin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya jin jiyan azadî bidawî bû.