Ji bo Gulîstan Doku bang kirin:Bêcezahiştinê gumanbar parastin

  • 20:36 14 Nîsan 2026
  • Rojane
MUGLA – Komeleya Piştevaniya Jinan a Bodrumê der barê  dosya Gulîstan Doku ya ji 5’ê Çileyê 2020’an heta niha windaye daxuyaniyek dan û diyar kirin ku lêpirsînek bi bandor nehatiye meşandin û delîl hatine reşkirin.
 
Komeleya Piştevaniya Jinan a Bodrumê, der barê dosya Gulîstan Doku ya li Dêrsîmê di 5’ê Çileyê 2020’an  de hat windakirin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyakirin ku bûyer destpêkê wek întîxar hatiye nîşandan û di vî alî de xebat hatine meşandin, berê malbat û parêzeran dane cihekî din. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serê sûc hatiye girtin û delîl hatine reşkirin.
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Tevî ku kesên herî dawî bi Gulîstan Doku re hevdîtin kirine dihat zanîn jî gumanbar nehatin girtin. Serê bûyerê hat girtin û gumanbar hatin parastin. Peywirdarên cemawerî peywira xwe nebaş bikar anîne. Di asta dawî de kurê waliyê demî yê Tunceliyê jî nav de 13 gumanbar hatin binçavkirin. Ev jî nîşan dide ku gumanbar ji aliyê peywirdarên cemawerî ve hatiye parastin.  Ev tablo ne tesadufe.  Polîtîkayeke bêcezahiştinê ya ku tundiya mêr û gumanbaran diparêze heye. Divê hemû berpirs li ber darazê hesabê vê bidin. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bimeşînin.”