Suheyla Taş hat tehliyekirin

  • 16:43 24 Nîsan 2026
  • Rojane
ENQERE - Süheyla Taş ku carekê berdana wê ji aliyê Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ve hatibû paşxistin, ji Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê hate berdan.
 
Süheyla Taş ku di sala 2017'an de li Amedê bi tawanbariya "endamtiya rêxistinekê" hatibû girtin û li gel ku roja tehliyeya wê ya bi şert hatibû jî careke din tehliyeya  wê ji ber biryara Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê hincetên pûç û vala hate astengkirin. Suhelyla Taş îro  ji Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê hate tahliyekirin.
 
Malbata wê, endamên OHD'ê û rêxistina bajêr ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li derveyî girtîgehê ew pêşwazî kirin.