Dosya Gulîstan Doku: Delîl hatin reşkirin, îxbar hatin veşartin

  • 17:39 24 Nîsan 2026
  • Rojane
Şehriban Aslan
 
AMED – Derket holê ku gelek îxbarên der barê Gulîsan Doku de li ber çavan nehatiye girtin, îxbarên der barê cihê ku cenazeya wê hatiye çalkirin de jî aliyê waliyê demî Tuncay Sonel ve hatiye veşartin. Her wiha agahiyên, der barê dîmenên kamerayan de jî du girtek hatine girtin de agahî destê me de hene.
 
Di lêpirsîna der barê xwendekara Zanîngeha Muznurê Gulîstan Doku ku 5’ê Çileyê 2020’an de hat windakirin de agahiyên nû dertên holê. Derket holê ku waliyê demî Tuncay Sonel delîlên heyî reş kirine û pêşî li berfirehbûna lêpirsînê girtiye û ev delîl bi belge û girtekan dertên holê. Hat îtirafkirin ku Gulîstan Doku ji aliyê kurê walî Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel ve bi çekê hatiye qeitlkirin û delîleke din ya wekê  dîmena mobeseyê ya di raporê de hat xwestin bê reşkirin derket holê.
 
Du girtekên cuda
 
 Di girteka ewil a hat girtin de hatibû diyarkirin ku kameraya li ber mala polîs Engîn Yucer ku bavê Zaînal Abakarov mala wî nabîne. Di rapora lêkolîna mobeseyê de derket holê ku kamera rasterast ketin û derketina malê dibîne. Ev jî ji bo Gulîstan Doku neyê dîtin yek ji delîlên hatiye reşkirinê ye.
 
Her wiha dîsda der barê ku cenazeya Gulîstan Doku li gundê Korucak a Pertekê hatiye çalkirin jî li ber çavannehatiye girtin. Hat hînbûn ku ev îxbar ji aliyê walî Tuncal Sonel ve hatiye veşartin, serê wê hatiye girtin.