UN Women: Li dijî rojnamevanên jin tundiya sîber zêde bûye
- 14:50 30 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ofîsa Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) ragihand ku tundiya sîber a li dijî jinên rojnamevan du qat zêde bûye. Her wiha hişyarî da ku hişê çêkirî (AI) bûye sedema zêdebûna gefên li ser rojamevanên jin.
Ofîsa Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) derbarê tundiya sîberî û bandorên wê yên derûnî yên li ser jinên rojnamevan, raporek parve kir.
Raporê diyar kir ku rêjeya gilîkirina jinên rojnamevan li rêveberiya polîsan li gorî sala 2020’an du qat zêde bûye û gihîştiye ji sedî 22’yan. Hate destnîşankirin ku ji her çar jinan yek ji ber vê tundiyê ketiye depresyonê û fikarê ku ev yek bûye sedem ku ji sedî 45’ê jinên rojnamevan di torên medya dijîtal de çalakiyên xwe sînordar bikin.
Hewla bêdengkirina jinan a di raya giştî de
UN Women da zanîn ku ji sedî 12’yê jinên rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan bi belavkirina wêneyên taybet ên bêyî razîbûnê re rû bi rû mane. Her wiha ji sedî 6’ê wan jî bûne mexdûrên destkarîkirina wêne û dengên sexte (Deepfake) ên bi rêya hişê çêkirî. Hat destnîşankirin ku ev yek wekî hewldanek ji bo bêdengkirina jinan di jiyana giştî de û reşkirina navûdengê wan ê pîşeyî û kesane tê dîtin. UN Women ragihand ku di heman demê de, nêzîkî ji sedî 22’yê jinên rojnamevan di karên xwe yên pîşeyî de serî li bêdengiyê didin da ku ji êrîşên rêkxistî yên di jîngeha dîjîtal de xwe biparêzin.
‘Pêwîstî bi zagonên tund heye’
UN Women bang li hikûmetan kir ku ji bo rêgirtina li tacîza sîber zagonên tund derxin, ji ber ku kêmtirî ji sedî 40’ê welatan zagonên parastinê hene, divê platformên dîjîtal bi hestiyarî li hember vê krîzê rawestin.
‘Milyar û 800 milyon jin bi gefên sîberî re rûbirû ne’
Beriya niha jî rêxistinên mafên mirovan û UNESCO’yê hişyarî dabûn ku ji ber nebûna parastina zagonî, nêzî milyarek û800 mîliyon jin li cîhanê bi gefên sîberî re rûbirû dimînin û bê parastin mane.








