Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo 1'ê Gulanê belavok belav kir

  • 15:31 30 Nîsan 2026
  • Rojane
STENBOL - Meclîsa Jinan a Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Termînala Ferîbotê ya Eminonuyê ya li Kadikoyê belavok belav kirin û bang li hemû jinan kirin ku di 1'ê Gulanê de derkevin kolanan.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê, Kamile Kandal bang li jinan kir ku ji bo vegerandina Peymana Stenbolê, bikaranîna bi bandor a Qanûna 6284 û pêşîgirtina li şîdeta li ser jinan û îstismara kedê têbikoşin. Kamile Kandal diyar kir ku divê dewlet tavilê ji bo dayîna mafên jinan tevbigere û ragihand ku ew ê di 1'ê Gulanê de li Kadikoyê bin û hemû jin vexwend ku tevlî wan bibin.
 
Hevseroka Navçeya Sancaktepeyê ya DEM Partiyê Ayşe Çiftçî jî bal kişand ser krîza aborî û got, "Em ê li kolanan bin da ku keda karker, kedkar, jin û cotkaran eşkere bikin. Em sibê li benda her kesî ne ku saet di 11.00'an de li Kadikoyê bin."
 
Hevseroka Navçeya Pendikê ya DEM Partiyê Nuran Altintaş, bi bangewaziyek bi zimanê Kurdî hemû gel vexwend ku di 1'ê Gulanê de li Kadikoyê bin.
 
Belavkirina belavokan bi dirûşmeya "Bijî 1'ê Gulanê"  bi dawî bû.