Hejmara Gulanê ya Komînalê derket
- 08:55 2 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara sêyemîn a rojnameya Komînalê bi manşeta “Sosyalîzma Civaka Demokratîk serkeftinê bi dest dixe” bi xwendevanan re hat gihandin.
Rojnamê di hejmara Gulanê de, beşa dawî ya Manîfestoya Civaka Demokratîk weşand. Sernavên sereke yên Manîfestoyê yên di vê hejmarê de ev in:
* Rastiya Kurd û Kurdistanê (beşa 6’an)
* Cih û rola PKK’ê ya di dîrokê de (beşa 7’an)
* Taybetmendî û erkên serdema nû (beşa 8’an)
Di ronahiya van beşan de bi dehan sernavên ku hatine nirxandin; ji rastiya Kurd heta vejîna Kurd, dîroka kurt a PKK’ê û tiştên ku dane qezenckirina gelê Kurd, armancên siyasî-civakî-enternasyonalîst ên serdema nû û li Rojhilata Navîn çareseriya modernîteya demokratîk û stratejî û taktîk cih digirin. Komînalê ji 24 rûpelên vê hejmarê 18 rûpel ji Manîfestoyê re veqetand.
Rojnamê her wiha cih da nivîsa Duran Kalkan a bi sernavê “Rastî û pratîka Egîd rê nîşan dide” û nivîsa Komînalê ya bi sernavê “Di bin sîbera şer de Rojhilata Navîn, aborî û dînamîkên siyasî”. Berga paşîn jî ji bo helbesta Cegerxwîn a bi navê “Welat Welat” hat veqetandin.
Mirov dikare Rojnameya Komînalê ji hemû Navendên Civaka Demokratîk ên li Ewropayê peyda bike.








