Karwanê çaremîn ber bi Efrînê ve bi rê ket
- 11:35 9 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Karwanê çaremîn ê koçberan ji Hesekê ber bi Efrînê ve bi rê ket.
Îro karwanê çaremîn ê koçberên ji Efrînê (nêzî hezar malbat) ji Hesekê ber bi Efrînê ve bi rê ket.
Karwanê çaremîn ê koçberên Efrînê bi amadebûna Hêzên Asayîşê û ekîbên rewşên awarte di rêya M4’ê re ber bi Efrînê bi rê ket.
Di çarçoveya Peymana 29'ê Çileyê de beriya niha nêzî hezar û 400 malbatên Efrînî wek 3 kom vegeriyabûn Efrînê.
Koma yekemîn a koçberan ku ji 400 malbatan pêk dihat, di 9'ê Adarê de, koma duyemîn jî ku ji 200 malbatan pêk dihat di 4'ê Nîsanê de, koma sêyemîn ku ji zêdetirî 800 malbatan pêk dihat di 14’ê Nîsanê de vegeriyabûn Efrînê.







