Ji ANYAKAY-DER’ê ji bo şehîdên meha Gulane bîranîn
- 21:57 17 Gulan 2026
- Rojane
İSTANBUL - ANYAKAY-DER ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê li 3 navçeyên Stenbolê bernameya bîranînê li dar xist.
Meha Gulanê di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de gelek girîng e. Di meha Gulanê de gelek pêşeng û kodroyên tevgerê jiyana xwe ji dest dane. Ji bona wê meha Gulanê wekî “Meha şehîdan” 18’ê Gulanê jî ji bo şehadeta Heqî Karer “Roja Şehîdan” tê bîranîn. Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER) ji bo “Meha Şehîdan” li navçeyên Sancaktepe, Bagcilar û Beyogluyê bernameyên bîranînê li dar xistin.
Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên DEM Partî, DBP û HDKê, Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û endamên Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê û gelek welatî tev li bernameyê bûn.
Bernameya li Beyogluyê li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê pêk hat. Di eywana bîranînê de wêneyên şehîdên meha Gulanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin.
Bername bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir, piştî rêzgirtinê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hate berzkirin.
Paşê qala girîngiya mîrateya şehîdên meha Gulanê hate kirin. Piştî axaftinan sînevîzyon hate temaşekirin û bername bi dawî bû.







