Yên tevli meşê bûn:Bi îradeya Ocalan aştî dikare pêş bikeve

  • 09:05 18 Gulan 2026
  • Rojane
ENQERE-Jinên tevli meşa "Ji bo aştiyê gavê bavêje" bûn, diyar kirin ku bi îradeya Abdullah Ocalan aştî dikare pêk bê û banga statuyê kirin.
 
Di ser banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir re salek zêde derbas bû lê tevî vê hîna dewletê gaveke erênî nav^tiye. Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi sedhezaran kesî li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşmeya ‘ji bo aştiyê gavê bavêje’ meş pêk anîn.
 
Jinên li Eqnereyê tevli meşê bûn diyar kirin ku Abdullah Ocalan ji bo aştiyê mifteya esas e û banga gavên  şênber li dewletê kirin.
 
Tevgera Kurd gavên pêwist avêt
 
Nûnera Ciwanan a partiya Tevgera Kedê (EHP) Sevînç Alîm da zanîn ku tevli meşa "ji bo aştiyê gavê bavêje" bûye û wiha got: “Salek berê pêvajoyê dest pê kir. Ev saleke pêvajo didome û tevgera Kurd gav avêtin. Niha dora desthilatdariyê ye. Divê gavê bavêje. Pêkanînên qeyûm hîna didomin. Divê hemû qeyûm bên vekişandin. Divê yên hatine hilbijartin vegerin ser erka xwe. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Divê gavên şênber bên avêtin.”
 
‘Lihevkirina civakî ferz e’
 
Sevîm Fîdan jî destnîşan kir ku divê dewlet gavê bavêje û wiha got: “Rewşa girtiyan nebaşe. Girtiyên nexweş divê bên berdan. Divê aştî bê mayîndekirin ji bo vê jî gav pêwistin. Em her tim aştiyê dixwazin. Civak divê li hev bike. Divê ciwan di vê mijarê de hewl bide.Divê statuya ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn.”
 
‘Bi îradeya Ocalan dikare pêş bikeve’
 
Husniye Net jî daxuyakirin ku ji bo pêvajo bi serkeftin encam bibe divê statuya ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn û got ew mifteya sereke ya aştiyê ye. Husniye Net got pêvajo bi îradeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare pêş bikeve û got hewcedariya hemû kesî bi aştiyê heye.