Li Goristana Gaziyê bernemeya bibîranînê

  • 15:47 19 Gulan 2026
  • Rojane
STENBOL - OHD û THÎV têkildarî “Hefteya Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Windakirinên bi Zorê” li Goristana Gaziyê bernameya bîranînê li dar xist.
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ya Stenbolê li li Goristana Gaziyê ya navçeya Sûltangaziyê ya Stenbolê bi boneya 17-31ê Gulanê Hefteya Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Windakirinên bi Zorê bernameya bîranînê li dar xistin. Malbatên windayan, rêveberên saziyên mafên mirovan û gelek kes tev li bernameya bîr anîne bû.
 
‘Têkoşîna me didome’
 
Bernameyê piştî rêzgirtinê, bi axaftinê dest pê kir. Li vir ewilî birayê Ridvan Karakoç ê bi navê Hasan Karakoç diyar kir ku lêgerîna wan a edaletê didome û wiha axivî: “Ev 32 salan e em li qadan in. Bav, dayîk û xizmên xwe me winda kir. Lê tu carî me dest ji têkoşîna xwe berne da û têkoşîna me berdewam dike. Heta ku tevahî winda werin dîtin em ê li vir bin.”
 
Kulîlk danîn ser goran
 
Malbatên windayan û gelên li goristanê kom bûn piştî axaftinê çûn ser gorên kesên hatine revandin û kuştin. Welatiyan di dema serdana goran de wêneyên kesên hatine revandin û kuştin hildan. Welatiyan kulîlk danî ser goran û diyar kirin ku ew ê heta ku tevahî kujer bên dîtîn û darizandin têbikoşin.