Desteya Jinan li gel desteya malbat û nifusê civiyan
- 11:24 20 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser, bi Komîsyona Sûriyeyê ya Karûbarên Malbat û Nifûsê re, li ser çend mijarên têkildarî pêvajoya entegrasyonê û her wiha rêbazên pêşxistina mekanîzmayên hevkariya hevbeş, nîqaş kir.
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser di çarçoveya civînên berdewam de, ji bo şopandina entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser bi saziyên dewletê re, li ofîsa Komîsyonê ya li Şamê bi Komîsyona Sûriyeyê ya Karûbarên Malbat û Nifûsê re civînek li dar xist.
Ji derveyî nûnerên Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Adalet Omer û Rohat Xelîl, endama Komîteya Entegrasyonê li Parêzgeha Hesekê Jiyan Hesen, beşdarî civînê bûn. Aliyan, mekanîzmayên ji bo koordînasyon û xebata hevbeş a di qonaxa pêş de nîqaş kirin. Her wiha ji bo ku rola saziyên ku bi pirsgirêkên jinan, malbat û nifûsê re eleqedar dibin di çarçoveyek sazûmanî ya yekgirtî de were xurtkirin, nirxandin.
Di civînê de pêvajoya entegrasyonê hat nîqaşkirin
Di civînê de mijarên têkildarî pêvajoya entegrasyonê, rêbazên pêşxistina hevkariyê û danûstandina pisporiyê di navbera her du aliyan de, hate nîqaşkirin. Hedef dikin ku ev bibe alîkar ku hebûna jinan di warên cûrbecûr ên xebata saziyan de bi hêz bibe û prensîbên hevkarî û entegrasyonê di pêşkêşkirina xizmetguzarî û xebata îdarî de xurt bike.







