‘Mafê jiyanê yê jinan nayê parastin’

  • 09:05 4 Hezîran 2026
  • Rojane
STENBOL - Ji Piştevaniya Jinan a Kirkyama Hazal Akarpinar da zanîn ku desthilatdarî bi polîtîkayên "0 salên Malbat û Nifûsê" hewl dide jinan hepsê malê bike, LGBTÎ’yan hedef nîşan dide û pergala baviksalar xurt dike. Hazal Akpinar got dewlet bi binpêkirinê, xizanî û tundiya li ser jinan re eleqeder nabe.
 
Bi îmzeya serokomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan re ji sala 2026 heta sala 2035’an wek "10 salên Malbat û Nifûsê" hat îlankirin. Di giştînameyê de zêdekirina welidînê, teşwîqkirina zewacê û "malbata netewî" derket pêş û polîtîkayên li hember terz û bedena jinê jî hatin astek nû. Hat daxauyandin ku wê her sal dawiya meha Gulanê wekî "Hefteya Malbatê ya Netewî" bê pîrozkirin. 
 
Qetilkirin û tundiya li ser jinan tê piştgûhkirin û bertekên li dijî vê jî her diçin zêde dibin. Ji Piştevaniya Jinan a Kirkyama Hazal Akarpinar der barê mijarê de axivî.
 
‘Jin ne wek kes bi rola nav malbatê tê pênasekirin’
 
Hazal Akarpinar der barê mijarê de axivî û da zanîn ku dewletê di navenda polîtîkayên "Sala malbatê" de jin ne wek kes wek, hevjîn, xwişk, bi cih kiriye û got: “Tevlibûna jinan a nava siyaset, hilberîn û têkoşînê nehatiye teşwîkirin jin teşwîkî, zewac, welidîn û keda nayê dîtin a jinan hatine kirin. Dewlet jinan di bin navê sala malbatê de hepsê nav çar dîwaran dike.”
 
‘Keda jinan tê binpêkirin’
 
Hazal Akarpinar daxuyakirin ku di bin navê "Parastina malbatê" de destkeftiyên jinan yên bi têkoşîna femînîst hatine bidestxistin hedef hatine girtin û wiha dirêjî dayê: “Dewlet bi tundî, binpêkirin û xizaniya jinan re eleqeder nabe. Butçeya ji polîtîkayên ‘xurtkirina û parastina malbatê re’ hatiye veqetandin, sê katê butçeya ku ji xurtkirina jinan re hatiye veqetandinê ye. Hemû barê lênerîna zarokan, kal û pîran, karê malê li ser jinan e. Keda jinan tê binpêkirin. Malbata makûl li jinan tê ferzkirin. Ji dema ku sala malbatê hatiye îlankirin heta niha  polîtîkayên li dijî jinan û LGBTÎ’yan zêde bûne. Jin mahkumê nav malbatê tên kirin. Mekanîzmayên ku jinên rastî tundiyê tên jê piştgiriyê bigirin tune ne. Ji roja sala malbatê hatiye îlankirin heta niha di salek û nîvê de ji 600’î zêdetir jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Dewlet polîtîkayên ku jinan biparêze nafirîne.”
 
Em ê têkoşînê bidomînin
 
Hazal Akarpinar herî dawî da zanîn ku dewlt ji bo paratina malbata kevneperest, qadê li jin, zarok û LGBTÎ’yan teng dike û got wê ji bo jiyaneke bê tundî, azad û wekhev têkoşînê bidomînin.