Serlêdanên xelatên 2’yem a Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê dike

  • 12:30 4 Hezîran 2026
  • Rojane
 
AMED – Ji aliyê MKG’ê ve serlêdanên xelatên 2’yem a Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê dike.
 
Ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve serlêdanên xelatên 2’yemîn a sala 2026’an a Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz a ku dilê xwe bi heqîqetê nexşandiye, dest pê dike.
 
Ew ê serlêdan di 8’ê Hezîranê de dest pê bike û di 25’ê Îlonê de bi dawî bibe.