Qetlîama Garê di meha 128’an de hate bibîranîn

  • 13:31 10 Hezîran 2026
  • Rojane
ENQERE - Di bîranîna meha 128’an a komkujiya 10’ê Cotmehê de Hevserokê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik axivî û diyar kir ku ew ê dev ji têkoşîna edaletê bernedin.
 
Kesên ku di êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li Enqereyê de ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de hat lidarxistin, jiyana xwe ji dest dan, di meha 128'emîn a qetlîamê de hatin bîranîn. Bîranîna ku li cihê qetlîamê hat lidarxistin, malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din beşdar bûn. Piştî rêzgirtina ji bo kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, beşdaran dirûşmeyên wekî "10'ê Cotmehê ji bîr nekin, bila neyê jibîrkirin" berz kirin.
 
Hevserokê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik anî ziman ku edalet bi bêdengbûn pêk nayê, tenê bi rawestandina piştgiriya li DAIŞ’iyan dikare pêk bê û ev tişt got "Edalet bi derxistina kesên ku di meqamên veşartî û korîdorên tarî yên dewletê de piştgiriya wan kirine û bi dîtina kesên ku ji aliyê siyasî ve piştgirî dane wan, pêkan e"
 
Kocabiyik anî ziman ku ew ê tu carî dev ji lêgerîna edaletê û daxwaza welatekî azad û demokratîk bernedin û wiha pê de çû: "Esasê soza ku me daye 104 hevalên xwe ev e. Heya ku ev daxwazên me bi cih neyên, em ê bi tu awayî dev ji têkoşîna xwe bernedin."
 
Kocabiyik banga tevlibûna danişîna dozê ya ku dê di 30’ê Hezîranê de bê lidarxistin kir û got: "Em tu carî bi tenê nînin. Em dizanin ku em bi tenê nameşin, lê wext e ku em hêza xwe careke din di vê dadgehê de nîşani her kesî bidin."
 
Bîranîn, piştî serdana bîrdariya ku wêneyên kesên hatine qetilkirin li ser in, bi dawî bû.