Li dijî hedefgirtina rojnameger Sema Bîngol bertek
- 19:20 10 Hezîran 2026
- Rojane
ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê ji bo piştevaniya rojnameger Sema Bîngolu ji aliyê Ensonhaber û Akîtê ve hedef hat girtin de daxuyaniya da.
Li Enqereyê di 1’ê Hezîranê de di bîranîna Ethem Sarisuluk de nûçegîhana Ajansa Mezpotamyayê (MA) Sema Bîngol hatibû binçavkirin û piştre hat berdan. Di 8’ê Hezîranê de Akît û Ensonhaber ên alîgirê desthilatdariyê Sema Bîngol hedef girtin. Platforma Jinan a Enqereyê li dijî hedefgirtina Sema Bîngol daxuyanî da.
Platformê li ser hesabê çapemeniya dîjîtal da zanîn ku ew li dijî polîtîkayên krîmînalîzekirin û bêîtîbariyê ya li hember Sema Bîngol piştevaniyê mezin dikin.








