Dayikên Şemiyê ji bo Ferhat Tepe edalet xwestin

  • 15:27 18 Tîrmeh 2026
  • Rojane
STENBOL - Dayik/Mirovên Şemiyê ku xwestin kiryarên nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê bi îşkenceyê hat qetilkirin bên darizandin, gotin ku kesên Ferhat Tepe bi îşkenceyê qetilkirin nehatin cezakirin û ew ê dozê bişopînin. 
 
Dayik/Mirovên Şemiyê di hefteya 1112'yemîn a çalakiyên xwe yên li Qada Galatasarayê de kom bûn, li aqûbeta windayan pirsin û xwestin kujerên wan bên darizandin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de, hat xwestin ku kujerên nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe (19) yê di 28'ê Tîrmeha 1993'yan de hat binçavkirin û paşê cenazeyê wî hat dîtin, hat pirsin. Gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan, di dest wan de qurnefîl û wêneyên windayan beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Îkbal Erenê bibîr xist ku Tepe li navenda Bedlîsê ji aliyê 3 kesên çekdar û di dest wan de bêtêl hatiye revandin û got: "Tevî hemû serlêdanên malbatê û rojnameyê jî saziyên têkildar derpêş kirine ku nehatiye binçavkirin. Piştî Tepe hatiye revandin, kesek telefonî malbatê dike û dibêje Turk Întîkam Tûgayiyê Ferhat revandiye û ji bo bê berdan divê bavê wî İshak Tepe ji Serokatiya Bajêr a Partiya Demokrasiyê (DEP) îstifa bike û pereyekî zede bide." 
 
Îkbal Erenê bibîr xist ku piştî 13 rojan cenazeyê Tepe li Goristana Bêkesan a Xarpêtê hatiye dîtin û got ku gava hatiye dîtin li ser laşê wî şopa îşkenceyê hebûye. 
 
Îkbal Erenê bilêv kir ku malbata Tepe serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) daye û DMME'yê Tirkiyeyê mehkûm kiriye. Îkbal Erenê diyar kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî di 16'ê Hezîrana 2016'an de biryar daye ku ji bo berfirehkirina lêpirsînê dozgeriyê gavên pêwîst neavêtiye û delil baş nehatine bervkirin û ji ber vê doz ketiye ber demboriyê. 
 
Îkbal Erenê got ku kesên Ferhat Tepe bi îşkenceyê qetilkirin nehatin cezakirin û ew ê dozê bişopînin. 
 
Paşê dayika Ferhat Tepe, Zubeyde Tepe axivî û got: "Em xemgîn in, lê em ji bîr nakin û li vir in. Em ê dozê bişopînin. Heya em sax bin em ê li vir bin."
 
Piştî axaftinan beşdaran qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.