Li Heskîfê mirina bi guman
- 19:55 5 Tebax 2026
- Rojane
ÊLIH – Li navçeya Heskîfê jina bi navê Lale Uluç li perava gola bendavê bi guman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin.
Li navçeya Heskîf a Êlihê, li perava Gola Bendava Prof.Dr. Veysel Eroglu ya Ilisuyê cenazeya jinekê hat dîtin. Piştî ku welatiyan agahî dan, ekîbên îtfaye, polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Hat tespîtkirin ku cenaze aydê Lale Uluç ya 45 saliye.
Alavên şexsî yên Lale Uluç jî 100 metre durî cihê cenaze lêbû, hat dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Êlihê.
Hat hînbûn ku der barê mirina bi guman de lêpirsîn hatiye destpêkirin.







