Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

  • 11:53 12 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Nuarîn a piştî 11 salan vegeriya Tirkiyeyê, li Balifirgeha Çûkûrovayê hate binçavkirin.
 
Hunermend Nuarîn (Songul Seçmen) a di sala 2015'an de çûbû bajarê Parîsê yê Fransayê, piştî 11 salan bi 2 zarokên xwe re xwest serdana malbata xwe ya li navçeya Akdenîzê ya Mersînê dimîne, bike. Nuarîn û du zarokên xwe dema ji balefirê daketin Balafirgeha Çûkûrovayê polîsên ew binçav kir û birin Midûriyeta Polîsan a Tarsûsê. Polîsan pitşre Nuarîn birin TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mersînê.
 
Hat zanîn ku dozgeriyê biryara nepeniyê daniye ser dosyeyê.