Dayikên Aştiyê: Divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin

  • 09:05 16 Tebax 2026
  • Rojane
STENBOL - Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bal kişandin ser qanûna ku di meclîsê de hat erêkirin û gotin: "Di qanûna ku hat qebûlkirin de gelek kêmasî hebûn lê destpêke. Em bi serokê xwe û têkoşîna xwe bi bawer in." 
 
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nêzî 2 sal in rojeva serek "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" e. Bi qanûna çarçoveyî jî derbasî merhaleyeke nû bû. 
Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” di 5'ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclise re hatibû şandin, Di Komîsyona Edaletê de hat nîqaşkirin. Dû re jî di Desteya Giştî ya Meclise de hat nirxandin. Bi tevahî 562 parlamenteran 468 parlamenteran bi awayekî erê deng dan û qanûna çarçoveyî hat qebûlkirin. 
 
Nirxandinên û rexneyên li ser qanûnê didomin. Derbarê mijarê de endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn. 
 
'Qanûn destpêkek e'
 
Feleknaz Karabaş, diyar kir ku ew ji qebûlkirina qanûnê kêfxweş in, lê dayik dê bi rastî kêfxweş bibin ger ku hemû gerîla jî tê de bin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev qanûn, bi şêweyê xwe yê niha, ne bes e, lê ew destpêkek e û em ê têkoşîna xwe ji bo yên din bidomînin. Em ê dev ji banga aştiyê bernedin. 7 sal in wekî Dayika Aştiyê, ew ne tenê ji bo Gelê Kurd, lê ji bo hemû gelên ku li çaraliyê cîhanê di bin zilm, neheqî û zextê de dijîn, banga aştiyê dikin. Gelek cerdevan hene, divê ew jî hêdî hêdî biguherin. Di vê pêvajoyê de em dilsozê rêberê xwe ne û em ji xwe û têkoşîna xwe bawer dikin."
 
'Bila aştiyeke mayînde bibe'
 
Fatma Yilmaz diyar kir ku ew bawer dike ku ew gav bi gav ber bi aştiyê ve diçin û got ku dayik li benda vegera zarokên xwe ne û got: "Ev rê dê bi aştiyê bi dawî bibe. Em hêvî dikin ku em vê aştiyê wekî aştiyek mayînde ji bo rêberê xwe, ji bo girtiyên xwe û ji bo gelê xwe bibînin. Pêvajo ne hêsan e û ez daxwazên xwe yên ji bo aştiyê dubare dikim."
 
'Em piştevaniya gotinên serokê xwe dikin'
 
Ayten Toprak destnîşan kir ku ew kêfxweş in ku qanûn di Parlamentoyê de hatiye pejirandin, lê ji ber ku hîn jî girtî di girtîgehan de hene xemgîn in û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em dixwazin hemû girtî serbest bên berdan. Heta ev qanûn jî pir dereng maye. 
 
Em bang dikin ku bila girtiyên nexweş demildest bên berdan. Baweriya me bi serokê me tê. Em piştevaniya gotinên serokê xwe dikin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Divê zimanê çapemeniya dewletê biguhere'
 
Sabîha Bozan diyar kir ku dema wan bihîst ku qanûn ji aliyê Parlamentoyê ve hatiye pejirandin, ew bi heyecan û kêfxweş bûn û got ku her çend qanûn bi tevahî daxwazên wan pêk neaniye jî, ew gaveke girîng e di rêya aştiyê de. Wê diyar kir ku daxwaza wan a yekem başkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha bi lêv kir: "Em dixwazin girtîgeh werin valakirin û bi bîr xist ku Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û siyasetmedarên din hîn jî di girtîgehê de ne. Ji bo girtiyên nexweş divê gav werin avêtin. Divê zimanê aştiyê civakî bibe. Li şûna ku budçe ji şer re dihat veqedandin bila ji bo karker, kedkar, perwerdê û xwişk û biratiya gelan bê veqedandin. Her wiha divê çapemeniya dewletê zimanê xwe demildest biguherîne. Ev ziman me aciz dike. Rêxistina ku çekên xwe şewidandine re dibêjin 'Rêxistina terorê' ev yek nayê qebûlkirin. Heke dibêjin êdi şer nabe, divê di serî de zimanê xwe biguherînin. Divê zimanê aştiyê serdest be. Gelê Kurd xwedî li vî axê ye û dê têkoşîna xwe ya wekheviyê bidomîn."
 
'Pêwiste herkes bibe yek' 
 
Guler Yilmaz jî di axaftina xwe de bal kişand ser qanûna ku di meclîsê de hat qebûlkirin û diyar kir ku têr nake lê ji bo destpêke girîng e û got: "Ji bo aştiyê di vê pêvajoyê de divê her kes bibe yek." 
 
'Qanûn ji ber kêmasiyan li gor hêviyan nebû'
 
Sultan Bozkurt diyar kir ku ew nêzîkî salekê li benda vê qanûnê bûn û tevî kêmasiyên wê jî, derbasbûna wê ji Parlamentoyê girîng bû. Sultan Bozkurt gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist ku qanûn wekî "gava yekem li ser rêyek hezar kîlometreyî" bi nav kir û wiha axivî: "Ev qanûn ji bo me dîrokî ye. Ew gavek dîrokî ye di têkoşîna Kurdan a ji bo hebûnê de. Bi salan Tirkan doza Kurdan înkar kirin, lê îro doza Kurd li Parlamentoyê dest pê kiriye ku were nîqaş kirin û di encamê de, qanûnek hatiye derxistin. Bi vê wateyê, ew dîrokî ye. 
 
Di qanûnê de dibêjin ew ê serdema berî 2005'an negire nav xwe, lê keçek min heye ku 27 sal in di girtîgehê de ye. Em hemû van salan li bendê ne û em ê li bendê bimînin, lê ne mesele ev e. Muameleya wekhev pêwîst bû. Qanûn ji ber kêmasiyên xwe bi tevahî li gorî hêviyan nebû. Ez bawer dikim ku di pêşerojê de ji bo çareserkirina van pirsgirêkan gav dê werin avêtin. Divê ji niha û pê ve her kes ji bo vê yekê têbikoşe."