Zext û gefên rejîma Îranê yên li ser jinan didomin
- 11:39 21 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina HRANA ragihand ku du jinên çalakvan girêdayî zextên hîcaba zoremlî, 14 doz li ser hatine vekirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA derbarê pêla zext û gefên rejîma Îranê yên li ser jinên çalakvan û sivîl yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê zanyariyan belav kir.
Di raporê de hate diyarkirin ku Nazenîn Husênpûr a 34 salî, dayika du zarokan û xelkê gundê Şênawa yê ser bi navçeya Pîranşarê ya parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, ev pênc rojin ji aliyê hêzên Îdareya Îtilaatê ya wî bajarî ve hatiye binçavkirin û heta niha cihê girtina wê ne diyare.
Hate diyarkirin ku roja yekşemê (16’ê Tebax) Nazenîn Husênpûr piştî ku bangî Îdareya Îtilaatê hatiye kirin, hatiye binçavkirin û malbata wê tevî şopandina berdewam, ji rewş û cihê girtina wê bêagahîne.
Li gorî heman agahiyan Nazenîn Husênpûr ji mafê dîtina parêzer, hevdîtin û peywendiya telefonê ya bi malbata xwe re hatiye bêparkirin û sedema girtina wê jî ne diyare.
Her wiha gorî raporên hatine belavkirin, welatiya Kurd a 18 salî Zehra Rabbanî ku di dema binçavkirina xwe de 17 salî bû ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Bojnûrdê ve bi giştî 15 meh û 2 roj cezayê girtîgehê û 6 milyon Tûmen cezayê pereyan lê hatiye birîn. Ji vê cezayê, 7 meh û 16 roj dê di nava girtîgehê de werin derbaskirin.
Rabbanî ji ber beşdarbûna xwe ya di xwepêşandanan de bi sûcên ‘civîn û hevkariya ji bo kirina sûcên li dijî ewlehiya navxweyî ya welêt’, ‘çêkirina teqemeniyan’ û ‘veguhastin û belavkirina wan’ hate darizandin. Li gorî biryarê, cezayê herî giran ê 7 meh û 16 rojî dê li ser bê sepandin.
Zehra Rabbanî di 4’ê Çileyê de ji aliyê qereqola polîsan ve hate gazîkirin û soza ku dê tevlî xwepêşandanan nebe, da û îmze kir. Lê belê roja din hate girtin.
Ew piştî 45 rojan di binçavkirinê de ma, hat berdan.







