Li Hesekê Saziya Xizmetên Civakî û Pêşxistina Jinan hat vekirin

  • 13:55 22 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca piştgirî, perwerde û pêşxistina her jinekê ku dixwaze di qadên cuda de serkeftî û pêşeng be, li bajarê Hesekê Saziya Xizmetên Civakî û Pêşxistina Jinan hat vekirin.
 
Li bajarê Hesekê bi armanca pêşkêşkirina xizmetên civakî, derûnî, qanûnî û pêşxistina ji bo jinan û piştgiriya wan di hember pirsgirêkên civakî û aborî de, Navenda Xizmetên Civakî û Pêşxistina Jinan hat vekirin.
 
Di merasîma vekirinê de nûnerên Kongra Star, Yekîtiya Jinan a Suryan û  saziyên civaka sivîl, her wiha Cîgira Rêxistina Kongra Star a Rojava Gulistan Gulo, amade bûn. Di merasîma de deriyê Navendê ji aliyê dayîka nemir Azad Cûdî Sakîne Xelo û dayîka nemir Elî Doko Nafiya Esed ve hat vekirin. Bi vê yekê re destpêka fermî ya karê navendê li bajarê Hesekê hat ragihandin.
 
Navend ji Encumena Emanetan a ji 7 kesan pêk tê. Di demên pêş de jî tê plankirin ku  ji bo ku xizmetên navendê bighîjin jinên li deverên cuda, nivîsgehên navendê li bajarên cuda bên vekirin. Li navendê, dê xizmetên civakî, tenduristî, pêşdebirin û xanî, yasa, parastin û mafan cih bigirin. Navend armanc dike ku alîkariya çareserkirina pirsgirêkên civakî bike û bername û çalakiyên piştgiriya derûnî û çareserkirina bandorên travmayan pêşkêş bike. Her wiha ji bo rewşên derûnî û hişî, xizmetên taybet pêşkêş dike.
 
Di merasîma vekirinê de daxuyaniyek ji aliyê Seroka Navenda Xizmetên Civakî û Pêşxistina Jinan Behiye Murad ve hate xwendin. Behiye Murad destnîşan kir ku vekirina navendê destpêka rêyek nû ye ku navenda wê jin, rûmet û hêza wê ye. Wê anî ziman ku damezrandina navendê li ser vê baweriyê hatiye avakirin ku jin tenê sûdmendê bernameyên pêşdebirinê nîne, her wiha di çêkirina pêşdebirinê, biryargirtinê û avakirina siberojê de, hevpara bingehîn e. Behiye Murad diyar kir ku deriyên navendê dê ji bo hemû jinan vekirî bin û cûdabûn nebe asteng. Wê bal kişand ser pirrengiya civaka Sûriyeyê û got ku cudahiya ziman, çand divê bibe çavkaniya dewlemendî û hêzê, ne astengiya hevkarî û hevbeşiyê.
 
Wê her wiha got ku navend dê di qadên hêzdarkirina aborî, perwerde, avakirina kapasîteyan, hişyarkirinê, piştgiriya civakî û derûnî û parastina mafên jinan de bernameyan pêşkêş bike. Her wiha dê hişyariya qanûnî û tenduristî belav bike û piştgirî bide projeyên biçûk û navîn.
 
Behiye Murad anî ziman ku hêzdarkirina jinê tenê wateya alîkariyê pêşkêşkirinê nake û got ku “Di heman demê de wateya dayîna derfetê ye ku jin bikaribe xwe bispêre xwe, biryarên xwe bide û bi awayekî çalak beşdarî civaka xwe bibe.”
 
Behiye Murad destnîşan kir ku şert û mercên dijwar û dirêjahiya rê ne wateya dawiya çîrokê ye, her tim derfet û cih heye ku jin ji nû ve dest pê bike û bi van gotinan bang li jinan kir: “Li derfet, zanîn, piştgirî û mafên xwe bigerin û hêza xwe di avakirina siberoja xwe û civaka xwe de nîşan bidin.”
 
Behiye Murad  di dawiyê de destnîşan kir ku vekirina navendê , vekirina deriyê hêvî û derfetên nû û afirandina cihêkî ji bo hevdîtin û hevkarî ji bo siberojeke baştir e.